WÊNE – Zarokên xwekuj ên DAIŞê û ‘mizgîniya biheştê’

24-10-2016
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Zarok Xwekuj Başîk
A+ A-

Başîk (Rûdaw) – Di nav telefon û kamerayên DAIŞiyan de wêneyê nû yên zarokên xwekuj derketin. Rêxistin van zarokan “bi mizgîniya biheştê” dişîne mirinê.

 

Rêxistina DAIŞê di nava tunelên li eniya Başîqayê de, ji bo çalakiyên xwekujî zarokan dihewîne. Wêneyên ku di nava kamera û telefonên DAIŞiyan de ji aliyê pêşmergeyan ve hatine desteserkirin, ketine destê Rûdawê.


Di wêneyan de diyar dibe ku komeke çekdarên zarok di nav çekdarên din de ne û ji bo wan piştînên bombekirî tên amade kirin.

 



Ne tenê li Başîkayê, li eniyên din jî DAIŞ zarokan weke xwekuj bikartîne. Li hinek kampan, wan bi taybetî ji bo mirinê perwerde dike û dişîne çalakiyan. Zarok dizanin dê bimrin, lê qaşo “mizgîniya biheştê” didin wan û berî ku ji bo mirinê jî herin, ligel wan wêneyan digrin û weke di van wêneyan de jî diyar dibe, ji wan dixwazin bigirnijin.



 

Ji 6 salî ve tên amadekirin

 

Temenê destpêkirina rahênan û perwerdeya fizîkî û serbazî ya zarokan 6 sal e. Ev zarok di dema nûciwaniya xwe de dibin xwekuj.

 



Zarokên xelîfetiyê kî ne?

 

Di nava 2 salên derbasbûyî de nêzîkî 6 milyon mirovan di bin desthiladariya DAIŞê de jiyan kirin. Ji 3 paran parek ji vê xelkê kesên jêr 15 saliyê de ne. DAIŞ wan weke “zarokên xelîfetiyê” binav dike.

 

 

Li dîmenên serbirînê dinerin

 

DAIŞ zarokên bijarte yên di bin destê xwe de dibe dibistanên xwe. Di van dibistanan de îdeolojiya xwe fêrî van zarokan dike. Herwiha wan fêrî bikaranîna çek, bombe û teqemeniyan dike, ji bo pevçûn û xwekujiyê amade dike.

 



Li gorî mikurhatina hinek ji wan zarokên ku ji kampan revîne an jî hatine azadkirin, di van dibistanan de zarok dîmenên hovîtiyê û yên serbirînê jî temaşe dikin. DAIŞ dîlên di destê xwe de dikuje û ev zarok jî seyr dikin. Di dema derbasbûyî de li çend deveran DAIŞê dîl bi zarokan da kuştin.

 



Ji ber çi zarok?

 

DAIŞ jiber gelek sedeman zarokan bikartîne. Zarok dikarin zû bên fêrkirin da ku ji mirinê netirsin. Dîtina wêneyên xwekujên din dihêle ku zarok bi xwîngermî qebûl bikin ku ew jî bibin xwekuj. Herwiha, dezgehên ewlekariyê pir dereng ji zarokan dikevin gumanan.

 



Hêviya xelîfetê ne

 

Perwerdekirina zarokan, fêrkirina îdeolojî û karên çekdarî, tenê ne ji bo armancên demkî ye. Zarokan ji bo xelîfetiyê weke hêviyekî dibînin. Bi baweriya wan, eger DAIŞ bê têkbirin jî dê di pêşerojê de ev zarok hewla jiyandina xelîfetiyê bidin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst