Rêxistina Bedir rexne li Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet digre

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Liqa Bakur a Rêxistina Bedir rexne li Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet digre û bi alîgiriya pêkhateya Ereb tohmetbar dike.

 

Berpirsê Liqa Bakur a Rêxistina Bedir Mihemed Mehdî Beyatî ku beşek ji Heşda Şeibî ye, di nameyekê de bo Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Cibûrî, amaje bi wê yekê dike ku bi awayekî nimûneyî parêzgeha Kerkûkê birêve nabe û alîgiriya partî û neteweya xwe dike.

 

Mihemed Mehdî Beyatî dibêje: “Di vê hevkêşeyê de aliyê ku zirareke mezin kiriye Tirkmen e, herî zêde jî Şîe ye, Tirkmen û Ereb bi hev re.”

 

Berpirsê Liqa Bakur a Rêxistina Bedir Mihemed Mehdî Beyatî diyar kiriye: “Mixabin ku neçar bûm bi zimanê taîfî bi we re axivîm, ji ber ku hûn ji vê jî nizmtir daketine, bo eşîr û malbat.”