Îraq: Me sînor xistine bin kontrola xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku sînorên bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re bi temamî hatine kontrolkirin.
Wî derbarê veguhastina girtiyên DAIŞî got, “Eger biryar were dayîn em wekî hikûmet amade ne wan teslîm bistînin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de behsa rewşa sînoran, girtiyên DAIŞî û rewşa siyasî ya Îraqê kir.
Fuad Husên li ser ewlehiya sînoran got, "Ji bo parastina sînoran amadehiyên mezin hatine kirin û sînor bi temamî hatiye kontrolkirin."
“Em amade ne girtiyan wergirin”
Wezîrê Karên Derve li ser îhtimala veguhastina girtiyên DAIŞî yên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku ev meseleyeke navneteweyî ye û wan bi Amerîkî û Ewropiyan re li ser vê mijarê gotûbêj kiriye û got:
"Heta niha li ser veguhastina wan biryarek nehatiye dayîn lê em di destpêkê de li ser vê yekê axivîn.
Eger gaveke wiha were avêtin, em wekî hikûmet amade ne wan teslîm bistînin."
Ev daxuyanî piştî wan nûçeyan hatin ku hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer ber bi herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve diçin û gelek girtiyên DAIŞî ji girtîgeha Şedadê reviyane.
Hikûmeta Sûriyeyê ragihandibû ku wan agirbesta bi HSDyê re ji bo veguhastina ewle ya girtiyan 15 rojan dirêj kiriye.
“Bi YNKyê re li hev nekirin”
Fuad Husên ku di heman demê de Namzedê Serokkomariyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, eşkere kir ku wan ji bo vê postê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re li hev nekiriye.
Namzedê PDKyê got, "Mixabin em bi YNKyê re negihiştin encamekê ku yek namzedî derxin û dê namzedên her du aliyan jî hebin."
Parlamentoya Îraqê roja sêşemê ji bo hilbijartina serokkomar dicive. Heta niha 19 namzed hene lê namzedên herî bihêz Fuad Husên û Nîzar Amêdî ne.
Piştgiriya ji bo Malikî
Fuad Husên li ser destnîşankirina Nûrî Malikî ya ji bo namzediya serokwezîriyê ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve diyar kir ku wî Malikî ziyaret kiriye û ew pîroz kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê got, "Me wekî partî û şexsî Birêz Malikî pîroz kir û em piştgiriyê didin vê biryara Çarçoveya Hevahengiyê."
Beriya niha Serok Mesûd Barzanî jî peyamek belav kiribû û biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya namzednîşandana Nûrî Malikî bi kêfxweşî pêşwazî kiribû û diyar kiribû ku ew dê di çareserkirina pirsgirêkan de piştgiriyê bidin.