12 Photos
AFP (Rûdaw) – Herçend piraniya bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê hatiye derxistin jî li bajêr şer û pevçûnên giran hene.
Çekdarên DAIŞê dixwazin liberxwe bidin lê hêzên ewlekariya Iraqê êrîşên xwe bitundtir dikin.
Şerê Mûsilê her roj dibe sedema koçberbûna bi sedan kesan. Piraniya kesên koçber dibin zarok in. weke ku di wêneyan de jî tê dîtin, beşîş û kenê li ser lêva zarokan wenda bûye û di çavê hemûyan de wêneyên tirs û aloziyê hene.