7 leşkerên Îraqê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku di encama êrişeke asmanî ya li ser Navenda Tenduristiyê ya Leşkerî ya Hebaniyeyê ya li parêzgeha Enbarê de 7 leşkerên wan mirine û 13 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ya Îraqê derbarê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
"Navenda Tenduristiyê ya Leşkerî ya Hebaniyeyê û Şaxê Kar û Barên Hebaniyeyê yên girêdayî Fermandariya Baregeha Hebaniyeyê ya wezaretê, rastî êrişeke asmanî ya xayînane hatin.
Di encama vê êrişê de, 7 leşkerên me yên qehreman dema peywira xwe bi cih dianî şehîd ketin û 13 leşker jî birîndar bûn."
"Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye"
Hat eşkerekirin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş binpêkirineke eşkere û giran a hemû hiqûq û pîvanên navneteweyî ye ku armancgirtina navendên tenduristiyê û xebatkarên wan qedexe dike.
"Aloziyeke metirsîdar e"
Wezaretê bertek nîşanî êrişê da û got:
"Ev çalakiya sûcdar, aloziyeke metirsîdar e ku divê bi awayekî cidî li ser were rawestîn û berpirs hesab bidin.
Armancgirtina saziyên tenduristiyê ji her aliyî ve sûcekî giran e, ji ber ku ew sazî ji bo rizgarkirina jiyana mirovan dixebitin."
Wezareta Parastinê ya Îraqê her wiha diyar kir ku ev “êrişên bêbext” nikarin rê li ber karmendên wan bigirin ku peywira xwe bi cih bînin, berevajî wê, ev êriş biryardariya wan a di xizmeta welat û neteweyê de zêdetir dike.
Wezaretê ragihand ku ew mafê xwe yê avêtina hemû gavên pêwîst ên li gorî hiqûqa navneteweyî diparêzin.
Di daxuyaniyê de nehat eşkerekirin bê ma êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Doh di êrişeke asmanî ya Amerîkayê de li parêzgeha Enbarê, 15 endamên Heşdî Şebiyê miribûn.