VÎDEO - Leşker bi tank û wesayitên zirhî ketin nav bajarokê Geyare
Hewlêr (Rûdaw) - Di sêyemîn roja operasyona kontrolkirina bajarokê Geyare de Artêşa Iraqê ew bajarok bi tevahî kontrol kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Geyare ragihand, ku Artêşa Iraqî di sêyemîn roja xwe ya operasyona kontrolkrna bajarokê Geyare de karîn wî bajarokî bi hemû têxn wê ve bixin bin kontrla xwe.
Peyamnêrê Rûdawê got, ku hêzên Iraqê rêya revê ji çekdarên DAIŞê re vekirin, ku di nav vî bajarokî de asê mabûn.
Li gor zanyariyên Rûdawê, di encama wê yekê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê ji nav Geyare derketin û ber bi gundê Hûc ê ser bi vî bajarokî ve çûn.
Qonaxa nû ya Operasyona Geyare ji roja sêşemiyê ve dest pê kir û heta îro û bo 3 rojan berdewam bû.
Duh jî hêzên iraqî bîrên petrolê yên dedora Geyare kontrol kiribûn.
Fermandeyê Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê, Ebdulxenî Esedî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, girtina Geyare ji Artêşa Iraqê re gelek giring bû.
Esedî herwiha pesna rola Tora Medyayî ya Rûdawê da û ji ber guhastina zanyariyên şerê Geyare, spasiya Rûdawê kir.
Geyare kuder e?
Geyare bajarokek ser bi parêzgeha Mûsil a Iraqê ye û 60 kîlometran dûrî navenda bajarê Mûsilê ye.
Geyare dikeve ser Çemê Dîcle û ji xwedî mezintirîn nifûsa bajarokekê li ser asta hemû Iraqê ye.
Hejmara rûniştvanên Geyare derdora 250 hezar kesî ye.
Herwiha Geyare bi bîrên petrolê û çavkaniyên xwezayî dewlemend e.
Sala 1956 li vî bajarokî parzûngeha petrolê hatiye avakirin.
Firokexaneyeke giring a leşkerî li wê bajarokê heye ku ketiye başûrê Geyare.
Cihekî stratejîk e û bajarê Mûsilê bi navçeya Hewîce ya Kerkûkê û navçeya Şergat a Selahedînê ve girê dide.