Mişan Cibûrî: Hoşyar Zêbarî dikare postê Serokomariya Iraqê çalak bike

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor nêrîna parlementerê berê yê Iraqê Mişan Cibûrî, Endamê Palîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî kesayeta guncaw a ji bo postê Serokomariya Iraqê ye û diyar kir ku "Zêbarî dikare postê Serokomariya Iraqê çalak bike û heybeta wê vegerîne".

 

Parlementerê berê yê Iraqê Mişan Cibûrî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Weke ku her kes li ser wê yekê li hev kiriye ku Serokomariya Iraqê, ya Kurdan e û niha hilbijartina kesekî maye, ez wisa dibînim ku ji nav namzedên wan Zêbarî ji bo kursiyê serokomariyê kesê guncaw e.”

 

Mişan Cibûrî destnîşan kir, ji ber ku "dikare Serokomariya Iraqê çalak bike û heybeta wê vegerîne" Hoşyar Zêbarî pêşniyar dike.

 

Parlementerê berê yê Iraqê Mişan Cibûrî herwiha eşkere dike ku li navxwe û li derveyî welat peywendiyên gelek baş ên Hoşyar Zêbarî hene û ew dikare van peywendiyan bi kar bîne.

 

Cibûrî herwiha destnîşan dike ku Zêbarî endamekî diyar ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û piştî rûxana rejîma Sedam çendîn sal erkê Wezîrê Derve yê Iraqê bi cih anî.