Iraq:13 serkirde û emîrên DAIŞê hatin kuştin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê ragihand, di encama bombebarana çeper û avahiyên DAIŞê yên li parêzgeha Enbarê de, 13 serkirdeyên wê rêxistinê hatine kuştin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku balafirên şer şeva borî li bajarê Qaîme yê parêzgeha Enbarê, civîneke DAIŞê li baregeha El Hesebe dan ber bombeyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên şer ên Iraqê li ser esasê agahiyên ku ji aliyê tîmên îstixbaratê ve hatibûn bidestxistin, ew êriş pêk anîn û derbên giran li DAIŞê dan.

Li gorî daxuyaniyê, di wê êrişê de 13 serkirde û fermandeyên DAIŞê hatin kuştin ku di nav wan de berpirsê amadekirina mûşekan Ebû Omer El Ensarî, berpirsê navenda xwekujan Ebû Elî Selmanî û xwekujê bi navê Sebah Felah jî hebûn.

Wezareta Navxwe ya Iraqê her wiha da zanîn ku jibilî kuştina wan rayedaran, komek çekdarên din ên DAIŞê jî hatin kuştin ku piraniya wan erebên biyanî û çeçenî bûn.