Mehmûd Osman: Kabîneya Ebdulmehdî karên pir giring bo kurdan nake
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ji Rûdawê re behsa gotara Adil Ebdulmehdî kir û got, wî bi tenê di yek dêrê de behsa kurdan kiriye û navê Herêma Kurdistanê jî bi Bakurê Iraqê daye naskirin.
Mehmûd Osman got jî, Adil Ebdulmehdî demeke dirêj li Kurdistanê jiyaye, herwiha hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nas dike, lê belê di gotara xwe de bi awayekî gelekî kêm behesa kurdan kiriye, ji ber vê yekê jî hêviya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kêm e.
Mehmûd Osman got: “Bi qenaeta min gelek ecêb e, diviyabû di bireyeke taybetî de behsa pirsa Kurd bike, behsa wan kêşeyan bike ku Kurd li gel hikûmeta Bexdayê heye, diviyasbû behsa cîbicîkirina destûr, hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bike, behsa cîbicîkirina madeya 140 a destûrê bike, diviyabû behsa meseleya pêşmerge û dosyeya petrol û gaze bike, lê belê behsa tiştekî nekir.”
Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê herwiha da xuyakirin, “tişta ecêbtir ev e ku Adil Ebdulmehdî neku ji wan kêşe û mijaran agahdar nîne, belku haya wî ji wan kêşeyan heye û bo demeke dirêj li Kurdistanê jiyaye û piraniya serkirdeyên Kurd nas dike û hemû kêşeyên Kurd ên bi hikûmeta navendî re baş nas dike, lewma behsnekirina wan mijaran ji aliyê Ebdulmehdî ve şaşiyeke pir mezin bû û wê yekê jî derdixe holê, ku kabîneya wî karên pir giring bo Kurd nake, lewma hêviya bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kêm e.”
Mehmûd Osman destnîşan kir, bi baweriya min kabîneya wî (Adil Ebdulmehdî) jî dê weke kabîneyên berê berdewam be, eger ku ji wan xirabtir nebe û ev yek jî cihê xemgîniyê ye.
Osman dibêje: “Min wiha fikir dikir, di bernameya Adil Ebdulmehdî de ji ber ku ew hemû tiştan li ser Kurd û Kurdistanê dizane, bi gelek hûrgiliyan ve, diviyabû behsa wan kêşeyên me bike, behsa hinek tiştan kiriye, weke rêbendan û meseleya çek, weke ew mesele mezintir bin ji kêşeyên Kurdan. Lewma min bernameya wî baş nedît û ji her tiştî zêdetir behsa refomrên îdarî û darayî kir, lê em nizanin ku dê çawan bikare hemû wan tiştan cîbicî bike.”
Wî siyasetmedarê Kurd got, ku ew bi hêvî ne ku Ebdulmehdî serkevtî be û hizra wî li hember Kurd biguhere û tekez kir: “Em hêvîdarin, ku zêdetir giringiyê bide kêşeya Kurd, çimku niha kêşeya Kurd giringtirîn kêşe ye li Iraqê, lê cihê xemgînî û matmayînê ye ku gelek bi kêmî behsa Kurdan kir û bi amajeyeke gelek sade behsa Kurdistanê kir û got Bakur, navê Kurdistanê jî neanî.”