Berpirsekî pilebilind ê Esayîb Ehlî Heq hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê xwepêşandan berdewam in û berpirsê nivîsingeha Esayîb Ehlî Heq û birayê wî li parêzgeha Mîsan hatin kuştin.

Berdevkê Firaksiyona Sadîqûn li parlamentoya Iraqê ku baskê siyasî yê rêxistina Esayîp Ehlî Heq e, ji Rûdawê re ragihand ku Berpirsê Nivîsingeha Esayîb Ehlî Heq Wîsam Elyawî û birayê wî yê bi navê Îsam Elyawî li parêzgeha Mîsan piştî ku rûbirûyî xwepêşanderan bûn birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Berdevkê Firaksiyona Sadîqûn dibêje, “Hejmareke çekdarên nenas jî derbasî nav nexweşxaneyê bûne û teqe li berpirsê nivîsingehê û birayê wî kirine û kuştine.”

Heta niha asayîşa parêzgeha Mîsan derbarê vê bûyerê de zanyariyek belav nekiriye.

Li bila qada Tehrîr a Bexdaya paytexta Iraqê li gelek bajarên Iraqê li dijî hikûmetê xwepêşandên berfireh birêve diçin.

Hêzên emnî yên Iraqê jî bi tundî hewl didin xwepêşanderan asteng bikin û xwepaşandanan belav bikin û ji ber vê yekê li gelek deverên Iraqê di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan de alozî derketin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di serî de li Bexdayê, di xwepêşandanên li seranserê welat alozî û tundûtujiyê rû daye û aşkere kir ku di encam de bi giştî heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane û 2312 kes jî birîndar bûne.