Çekdarên Xrîstiyan: Êrîş berdewam bin em şerê DAIŞê nakin!

25-12-2016
RÛDAW
Nîşan Bexda Xrîstiyan Heşda Şeibî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Emîndariya Girştî ya Tevgera Xrîstiyanên Iraqê li hember êrîşên li dijî hemwelatiyên xrîstiyan nerazîbûnek tund nîşanda û eşkere kir, eger metirsiyên li ser jiyan û azadiyên xrîstiyanan berdewam bin ew dê ji Heşda Şeibî vekişin.

 

Roja Înê (23-12-2016) li taxa Xedîr a Bexdayê li hember xrîstiyanan êrîşek çekdarî pêk hat û di encamê de 8 hemwelatiyên sivîl ên mesîhî hatine kuştin.

 

Emîndarê Giştî yê Tevgera Xrîstiyanên Iraqê Reyan Kildan, ku di nava Heşda Şeibî de ne û weke Grûba Babîlî tên naskirin, bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa li dijî xrîstiyanan şermezar kir.

 

Kildan di daxuyaniya xwe de dezgehên ewlekariyê tawanbar kir û diyar kir, ku hemwelatiyên xrîstiyan nayên parastin û wiha got:

 

“Dezgehên ewlekariyê tenê temaşeyê wê qesabxaneya li dijî xrîstiyanan hatiye qavakirin, dikin. Ev yek jî we dike, ku jib o parastina xwe em hemû riyan bidin pêş xwe. Yek ji wan riyan jî ew e ku hêzên xwe ji şerê DAIŞê vekişin û parastina xwe bikin.”

 

Reyan Kildan ji ber daxuyaniyên li ser mey û alkolan hinek berpirsên Bexdayê bi rêgezperestiyê rexne kir û diyar kir, “Erkê hikûmet û dezgehên pêwendîdar e ku meyê qedexe bikin. Ne erkê hinek çeteyan e ku li dijî azadiyên mirovan tawanan bikin.”

 

Emîndarê Giştî yê Tevgera Xrîstiyanên Iraqê di daxuyaniya xwe de ji bo hişyariyê bang li balyozxaneyên welatên biyanî, merciên şîe û herwiha Neteweyên Yekgirtî dike û herwiha ji ber bêdengbûna li hember êrîşên li dijî xrîstiyanan giliya hikûmeta Iraqê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst