Qasim Erecî: Bi sedan Îraqî di şerê Rûsya û Ukraynayê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bi sedan Îraqî beşdarî şerê Rûsya û Ukraynayê bûne û wan ji bo vegerandina wan komîteyek pêk aniye.

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê jî hişyarî da wan kesên ku bêyî destûr dikevin nav refên artêşên welatên din û got, "Cezayê wan ê zindanê heye."

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Erecî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Qasim Erecî got, "Ji aliyê Serokwezîr ve komîteyek ji aliyên pêwendîdar hatiye pêkanîn da ku dosyeya Îraqiyên di nav şerê Rûsya û Ukraynayê de bişopîne."

Erecî amaje pê kir ku komîteyê gelek civîn kirine û raspardeyên xwe pêşkêş kirine û got, "Serokwezîr jî erêkirina xwe li ser raspardeyan daye."

Li aliyê din, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zîdan bi Qasim Erecî û komîteya taybet a wê mijarê re civiya.

"Cezayê zindanê heye"

Fayîq Zîdan li ser aliyê yasayî yê beşdariya welatiyan di şerê welatên din de ragihand:

"Li gorî Yasaya Cezayan a Îraqê, her kesê ku bêyî rezamendiya hikûmetê beşdarî nav hêzên çekdar ên welatekî din bibe, cezayê zindanê li ser tê sepandin."

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê behsa wê yekê kir ku Encûmena Dadweriyê piştgiriyê dide karên komîteyê û di paşerojeke nêzîk de dê komîte çendîn hevdîtinên girîng pêk bîne ji bo "rizgarkirina zarokên me ji mirinê ku hejmara wan digihêje bi sedan kesan."

"Dê rêkarên yasayî bên girtin"

Qasim Erecî derbarê torên derxistina ciwanan a derveyî welêt de, piştrast kir ku "dê rêkarên yasayî li hemberî hemû wan kesan bên girtin ku destê wan di proseyê çekdarkirina Îraqiyan de heye."

Berê di 8ê Çiriya Paşîn a 2025an de Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê li ser beşdariya Îraqiyan a di nav refên artêşa welatê xwe de gotibû:

"Ev halet hene lê yên şexsî ne û qebareya wan ne ew qas e ku hinek kes hewl didin propagandaya wê bikin."

Balyozê Rûsyayê ew yek jî ji Rûdawê re eşkere kiribû ku wan çend caran vîze daye malbatên wan Îraqiyên ku li Rûsyayê şer kiriye û hatine kuştin da ku biçin termên wan wergirin.