Wezareta Petrolê ya Îraqê stratejiya xwe ya nû eşkere kir: Ceyhan û Banyas

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê stratejiya xwe ya nû ya hinartinê ragihand ku ev stratejî rasterast bazarên enerjiyê yên cîhanî û hevsengiyên herêmî eleqedar dike.

Wezaretê eşkere kir ku ew li dijî girtina îhtimalî ya Tengava Hurmizê an krîzeke ewlehiyê ew li ser rêyên alternatîf dixebitin da ku petrola welêt bigihînin bazarên cîhanê.

Hedef 650 hezar bermîl e

Rêya Tirkiyeyê di hinartina petrola Îraqê de ducare dibe xala sereke.

Wezaretê ragihand ku ji bo kapasîteya hinartina ber bi Bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve rojane derkeve 650 hezar bermîlî hewldanên zêde tên kirin.

Di vê çarçoveyê de xebatên nûkirina hêla boriyan a Kerkûk-Pîşabûrê didomin.

Tê çaverêkirin ku ev xet di qonaxa ewil de bi kapasîteya veguhastina rojane 350 hezar bermîlî dest bi kar bike.

Xetên nû yên ber bi Sûriye û Urdinê ve

Îraq plan dike ku ji bo gihîştina Bendera Banyasê ya Sûriyeyê xeteke nû ya veguhastina petrolê ava bike.

Her wiha hat diyarkirin ku projeya xeta boriyan a Besra-Hedîseyê di qonaxa nexşekirinê de ye.

Li gorî planê, baskekî vê projeyê dê ber bi Urdinê û baskê din jî ber bi Baneyasa Sûriyeyê ve were dirêjkirin.

Alternatîfa "bakur" a li dijî rîskan

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Xetên nû yên stratejîk dê li dijî îhtimala derketina pirsgirêkan a li Tengava Hurmizê bibin alternatîfeke jiyanî.

Bi vî awayî petrola başûr dê li ser Tirkiye û Sûriyeyê (ber bi Deryaya Spî ve) ber bi bakur ve were veguhastin."

Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê

Hikûmeta navendî ya Îraqê ji bo zêdekirina kapasîteya hilberîn û hinartinê bi Herêma Kurdistanê re di nava hevahengiyê de ye.

Wezaretê ragihand ku ew dixwazin bi rêya zêdekirina hilberîna li qadên petrolê, hinartina li ser Herêma Kurdistanê rojane bigihînin 400 hezar bermîlî.