Dema diyarkirina namzedê serokwezîriya Îraqê bi dawî dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Dema yasayî û destûrî ya ji bo diyarkirina namzedê serokwezîriya Îraqê îşev demjimêr 00:00an bi dawî dibe.
Lê du berpirsên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan dibêjin ku îro namzedek nayê diyarkirin û pêwîstiya wan bi demeke zêdetir heye.
Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan di rojên borî de civînên xwe yên ji bo diyarkirina namzedê serokwezîriyê zêde kirin.
Armanca wan ew bû ku beriya dema yasayî biqede bigihêjin peymaneke dawî.
Berdevkê Encumena Bilind a Îslamî ya Îraqê Elî Dîfaî ku partiya wî yek ji pêkhateyên sereke yên Çarçoveya Hevahengiyê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Heta niha Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedê serokwezîriya Îraqê li hev nekiriye û ev mijar pêwîstî bi çend rojên din heye."
Li ser heman mijarê, Endamê Ofîsa Siyasî ya Bedrê Ebû Mîsaq Mesarî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku heta niha Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedekî li hev nekiriye.
Mesarî destnîşan kir ku serkirdeyên Çarçoveyê Hevahengiyê nakok in û ji ber vê yekê îro namzedê serokwezîriyê nayê diyarkirin û anî ziman:
"Divê serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo hev tawîzan bidin ku karibin li ser namzedekî li hev bikin."
Civîna îşev
Li gorî gotina Mîsaq Mesarî, biryar e îşev Çarçoveya Hevahengiyê li ser mijara serokwezîriyê bicive.
Ev civîn dê li mala Sekreterê Giştî yê Partiya Fezîleyê Ebdulhusên Mûsewî bê kirin.
Li gorî destûra Îraqê, 15 roj dem li pêşiya fraksiyona herî mezin a parlamentoyê heye ku namzedê xwe pêşkêşî serokkomar bike.
Ev dem 11ê Nîsanê di roja hilbijartina serokkomar de dest pê kiriye û îşev demjimêr 12:00an bi dawî dibe.
Heke dem biqede dê çi bibe?
Pisporê Destûra Îraqê Ebdulhusên Behadlî li ser çareseriya yasayî ya piştî bidawîbûna dema destûrî ji Rûdawê re axivî û da zanîn:
"Heke fraksiyona herî mezin a di nava 15 rojan de namzedê xwe diyar neke, divê serokkomarê Îraqê li gorî madeya 76an daxwaza ronîkirinê ji Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê bike."
Wî pisporî da zanîn ku biryara Dadgeha Bilind a Federal li gorî madeya 94an biryara dawî ye û nayê temyîzkirin.
Ji ber vê yekê hemû alî neçar in pêbendî her biryarekê bin ku di vê mijarê de derdikeve.
Duşema borî Çarçoveya Hevahengiyê civiyabû û di wê civînê de Basim Bedrî û Îhsan Ewadî namzed bûn.
Basim Bedrî 7 deng û Îhsan Ewadî jî 5 dengên serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê bi dest xistin.
Ji bo ku namzedek bê pesendkirin pêwîstiya wî bi 8 dengan heye, ji ber vê yekê mijar hate bipaşxistin.
Tevî çend civînên din jî, Şîeyan heta niha li ser namzedê serokwezîriyê li hev nekiriye.