Şêwirmendê Sûdanî: Peymanên Fransa û Îraqê dê Herêma Kurdistanê jî li xwe bigirin

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Necar ragihand ku kompaniyên Fransî dê di projeya metroya Bexdayê de beşdar bibin û roleke mezin wergirin.

Necar her wiha got ku hemû ew projeyên ku di peyman û rêkeftinên di forumê de di navbera Fransa û Îraqê de tên mohrkirinin, dê Herêma Kurdistanê jî bigirin.

Nexşeya projeya metroya Bexdayê cara yekem li dawiya salên heftêyî yên sedsala borî hatibû danîn, lê ji ber şer û sizayên navneteweyî hat paşxistin û ji sala 2024an ve karkirina li ser wê firehtir bûye.

Ev şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê amaje pê kir ku, "Ti kompaniyek bi tenê nikare karên projeya metroya Bexdayê pêk bîne, hemû kompanî dê wekî tîmekê bi hev re kar bikin."

Li Parîsa paytexta Fransayê Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê tê lidarxistin.

Şandeyeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî beşdarî forumê bûye.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê ji bo Karûbarên Veberhênanê Mihemed Necar li faorumê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Di civîna Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê û Wezîrê Bazirganiyê yê Fransayê de behsa çi hat kirin?

Mihemed Necar: Ev forum gelekî girîng e û cara yekem e ku forumeke bi vî rengî û vê mezinahiyê tê lidarxistin. Wekî ku we dît beşdariyeke mezin hebû, kompanyayên Fransî beşdar bûn, girîngiyeke mezin dihat dayîn mijaran. Dema Wezîrê Bazirganiyê ev girîngîdan dît, daxwaza hevdîtina bi Fransiyan re kir, da ku Fransî di projeyên pêşerojê yên Îraqê de veberhênan û beşdariyê bikin. Biryar e ku di meha tîrmehê de Wezîrê Bazirganiyê yê Fransayê serdana Îraqê bike da ku li ser mijarên aborî dan û stendinan bike.

Rûdaw: Birêz Mihemed, çend kompanyayên Tirk, Fransî û Spanî di projeya metroyê de beşdar in, karê kompanyayên Fransî di vê projeyê de çi ye?

Mihemed Necar: Wekî ku hûn dibînin ev projeyeke gelekî mezin e, kompanyayên Ewropî di wan projeyan de ezmûneke mezin heye û dikarin alavên pêwîst çêbikin. Ti kompanya bi serê xwe nikare hemû karan bike, kompanya bi tîmî bi hev re kar dikin. Wekî nimûne, hinek kar hene ku Spanî tê de zêdetir çalak in, hinek kar jî hene ku Fransî tê de çalakiyeke zêde dikin. Di navbera hemûyan de hevkarî heye. Ev proje jî wek projeyeke pir girîng tê hesibandin ji bo bajarekî wek Bexdayê.

Rûdaw: Çima ev proje heta niha dest pê nekiriye? Çima dereng ketiye?

Mihemed Necar: Bi rastî dema vê projeyê dest pê kir ez zarok bûm. Sala 1979an dest pê kir, lê ji ber nebûna budceya pêwîst an jî ji ber ku bi başî nehatiye kirin û dîtineke pêwîst ji bo projeyê tunebû, kar disekinîn û bi paş diketin. Niha kar pir baş têne kirin, Kompanya Bexdayê ya Veguhastinê tê avakirin û di paşerojê de welatiyan dê karibin pişkên xwe di vê kompanyayê de hebin.

Proje metroyên hilawistî, metroyên bejahî û binerdî li xwe digire. Ev jî ji bo Bexdayê girîng e û wext jî divê, ji ber ku Bexda bajarekî kevn e. Pêwîst e ku em wan qadên biçûk ên li bajêr hene bi kar bînin, da ku me qadeke fireh dagir nekiriye. Lewma ev proje cara yekem e ku bi awayekî zanistî û rastîn kar tê de tê kirin.

Rûdaw: Hatiye ragihandin ku mesrefê projeyê 17,5 milyar dolar e, dê ti pirsgirêk di dabînkirina budceyê de hebe?

Mihemed Necar: Bi rastî projeya metroyê ji wan projeyan e ku rastî pirsgirêka budceyê nayê, ji ber ku hemû ji rêya veberhêneran ve tê kirin. Di budceya yekem de nêzîkî milyarek dolar jê re hatiye dabînkirin, niha jî 550 milyon dolar di sindoqa me de heye. Yên din jî dê budceya wan were dabînkirin û ez bawer nakim ku dê pirsgirêka budceyê ji me re çêbibe.

Rûdaw: Fransa dixwaze di çend projeyên mezin ên Îraqê de beşdar bibe, Fransa çavê xwe li kîjan projeyan e? Hûn jî dê karsaniyê ji wan re bikin ji bo beşdarbûna wan?

Mihemed Necar: Di rastiyê de Fransa di salên heftêyî û heştêyî de kar û projeyên gelek li Îraqê pêk anîne. Ev daxwaza wan a niha ji ber hebûna wan a wê demê ye. Piştî salên heştêyî û nodî beşeke mezin ji wan kompanyayên Fransî ji Îraqê vekişiyan. Niha dixwazin vegerin ji ber ku ew di hinek waran de pêşketî ne. Em pêşwaziyê li vê gavê dikin. Ev yek dê bike ku bazneya proje û karên me firehtir bibe.

Çiqas ku em bikaribin vê bazneyê firehtir bikin, têkiliyên me yên bi welatan re dê başir bibe. Ew projeyên ku niha em giringiyê didin wan projeyên mezin in. Wek ku hûn dizanin me mezintirîn projeya xwe daye Kompanya Total di projeyên petrolê de. Niha jî em li ser projeyên din dixebitin wek projeyên binesazî û bi taybetî veguhastinê, ji ber ku Fransî di warê veguhastinê de di pêşengiya welatan de ne. Ji ber vê em bi rêya wan projeyê metroyê girîng dibînin.

Rûdaw: Îraq pirsgirêka elektrîkê heye, gelo îro we behsa wê kir ku kompanyayên Fransî çawa dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin?

Mihemed Necar: Belê, di vê rewşê de Fransa, Kompanya Alstom ew îstasyonên ku kareba lê dihat hilberîn firotin. Lê em dikarin di warê veguhastina karebayê û gihandina karebayê de, ku jê re tê gotin tora jîr, alîkarî bikin. Me îro ev mijar zêde nenirxandin, ji ber ku ev proses teknîkî ne û nabe ku di civîna wezîran de li ser wan bê lihevkirin û behsa wan bê kirin.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê heta çi radeyê dê sûdê ji vê foruma îro wergire?

Mihemed Necar: Herêma Kurdistanê di çarçoveya şandeya Hikûmeta Îraqê de nûnerên xwe hene. Ew projeyên ku behsa wan hat kirin hemû Herêma Kurdistanê jî li xwe digirin, ji bilî metroya Bexdayê. Ji ber ku em nikarin metroyê bigihînin Hewlêr an Silêmaniyê. Lê ew bi xurtî di forumê de amade bûn û hêvîdar im ku ew dê sûdê bidin tevahiya Îraqê.