GEYARA – Firokeyên hevpeymanan agir dibarînin

Geyare (Rûdaw) – Li derdora navçeya Geyare ya Mûsilê di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûnên dijawer diqewimin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Mihemed İzedîn li Geyre ragihand, piştî ku hêzên ewlekariya Iraqê duh (25-8-2016) navçeya Geyare ya Mûsilê bi temamî kontrol kir, îro li derdora navçeyê şer pevçûnên dijwar rûdidin.

 

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir ku çekdarên DAIŞê hewl didin ji hemû aliyan ve careke din bikevin nav Geyareyê.

 

İzedîn da zanîn ku hêzên ewlekariya Iraqê bersivê didin êrîşan û herwiha firokeyên şer ên hevpeymanan jî bi tundî çekdarên DAIŞê bombebaran dikin.

 

Peyamnêrê me daxuyand ku îro otomobîlek bombebarkirî jî di navenda navçeyê de hatiye teqandin.


Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn.