Amarên fermî hatin: Nifûsa Îraqê 46 milyon e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Plandanînê ya Îraqê encamên destpêkê yên serjimêriya giştî ya niştecihan belav kirin.

Amar li ser rewşa demografîk, civakî û niştecihbûnê ya li welêt wêneyekî zelal radixin ber çavan.

Li gorî amaran, civaka Îraqê wekî civakeke "ciwan û geşbûyî" derketiye pêş.

Hejmara niştecih û biyaniyan

Li gorî amaran, di dema encamdana pêvajoya serjimêriyê de, koma giştî ya niştecihên Îraqê (Îraqî û ew biyaniyanên ku lê dijîn) gihiştiye 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan.

Ji wê hejmarê, 340 hezar û 131 kes welatiyên biyanî ne ku li Îraqê dijîn.

Pêkhateya zayendî, hevsengiyeke nêzîk

Encam nîşan didin ku cudahiyeke kêm di navbera rêjeya nêr û mêyan de heye:

• Nêr: Hejmara wan 23 milyon û 161 hezar e ku dike ji sedî 50,2yê niştecihan.

• Mê: Hejmara wan 22 milyon û 957 hezar e ku dike ji sedî 49,8ê niştecihan.

Îraq civakeke ciwan, an mirineke zû?

Yek ji encamên girîng, pêkhateya temenê niştecihan e ku amajeyê bi civakeke zindî dike:

• Zarok (0 - 14 salî): Hejmara wan 16 milyon û 555 hezar e (ji sedî 35,9). Ev yek wekî nîşaneyeke mezin tê dîtin ku Îraq xwedî civakeke ciwan û bi hêvî ye.

• Temenê kar (15 - 64 salî): Bi hejmara 27 milyon û 875 hezar kesan piraniya niştecihan pêk tînin (ji sedî 60,4).

• Kal û pîr (65 salî û zêdetir): Tenê milyon û 688 hezar kes in (ji sedî 3,6).

• Rêjeya geşbûna niştecihan jî niha ji sedî 2,5 e.

Malbat û sermiyan

Amar derbarê pêkhateya malbatan nîşan didin:

• Mêr sermiyantiya zêdetirî 7 milyon malbatan dikin.

• Jin sermiyantiya zêdetirî 910 hezar malbatan dikin.

• Li Îraqê navîniya qebareya malbatê di navbera (5 bo 7) kesan de ye lê qebareya malbatê li parêzgehên başûr li gorî parêzgehên rojava û bakurê Îraqê mezintir e.

Rewşa niştecihbûn û xaniyan

Amarên derbarê rewşa niştecihbûnê:

• Ji sedî 72yê niştecihan li xaniyên (milk, bêpere yan li gel dayîk û bavê xwe) dijîn.

• Ji sedî 19ê niştecihan li yekîneyên niştecihbûnê yên bi kirê de dijîn.

• Koma giştî ya yekîneyên niştecihbûnê (ji bilî avahiyên fermî û leşkergehan) gihiştiye 8 milyon û 34 hezar yekîneyan.