Fuad Husên: Min û Hakan Fîdan me hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku wî û hevtayê wî yê Tirkiyeyê Hakan Fidan hinartina petrola Herêma Kurdistanê de gotûbêj kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh çû Bexdayê û bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd re civiya.

Alêkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Enstîtuya Diyalog û Pêşveçûnê ya Naram-Sînê, behsa pêşketinên girîng ên di siyaseta derve ya hikûmeta Îraqê de kir.

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl derbarê mûçe û dosyaya petrolê Herêma Kurdistanê pirsek ji Fuad Husên kir.

“Li ser hinartina petrolê me li hevdû kir”

Fuad Husên behsa hevdîtina xwe ya bi şandeya Herêma Kurdistanê re kir û got:

"Beriya ku ez biçim foruma DAVOSê, roja şemiyê me li gel Wezareta Darayî ya Federal û şandeya Herêma Kurdistanê li mala min civînek pêk anî.

Têgihiştineke baş hebû, Wezareta Darayî hin agahî xwestin.

Şandeyek ji Wezareta Darayî ya Îraqê çû Herêma Kurdistanê, şande hîn li wir e û dê van rojan karên xwe temam bike.

Civîna me ya duyem dê roja înê dîsa li mala min pêk were, bi destûra Xwedê em dê bigihîjin encamekê.

Me li ser deqeke di navbera kompanyayên petrolê, Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li hev kir.

Encûmena Wezîrên Federal pejirand û me ji bo guherandina yasaya budçeyê şand parlamentoyê.

Eger ev guhertin li yasaya budceyê were zêdekirin û were pejirandin, tê wê wateyê ku dê petrol careke din were hinartin."

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê diyar kir ku wî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan derbarê hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê gotûbêjek kiriye.

Husên tekez kir ku wî ragihandiye ku bi guherandina yasaya budceyê re dê hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike.

Wezîrê Derve yê Îraqê behsa Kampa Holê jî kir û got ku projeyeke Îraqê heye û dê Îraqî qonax bi qonax bên anîn û dê li Kampa Cedayê ya li başûrê Mûsilê bên bicihkirin.

Îraqê ji Kampa Holê zêdetirî 10 hezar kes vegerandine. Kampa Holê li ser sînorên bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

40 hezar endamên malbatên çekdarên DAIŞê di kampê de û nêzîkî 20 hezarên wan Îraqî ne.