Raporeke navneteweyî: Îraq bûye bazara madeyên hişbir
New York (Rûdaw) - Raporeke navneteweyî eşkere kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê di bin metirsiya "şerekî bêdeng" ê madeyên hişbir de ne.
Raporeke navneteweyî ya ku roja pêncşemê hat belavkirin, eşkere kir ku Îraq bûye bazar ji bo firotina hinek madeyên hişbir ên herî metirsîdar.
Rapora ku ji aliyê Desteya Kontrolkirina Madeyên Hişbir a Navneteweyî (INCB) ve hat belavkirin gelekî berfireh e û nêzîkî 150 rûpelan e.
Ev deste, rêxistineke serbixwe ye û ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye.
Captagon û Krîstal
Rêxistin bi taybetî behsa du madeyan dike ku par gihiştine Îraqê: Captagona Sûriyeyê û metamfetamîn (methamphetamine) an jî krîstala Efxanistanê.
Rapor di konferanseke rojnamegeriyê ya li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Viyanayê de hat eşkerekirin.
Seroka Desteya Navneteweyî ya Çavdêriya Madeyên Hişbir Sevil Atasoyê got:
"Rapor çavdêriya rewşa cîhanî ya kontrolkirina madeyên hişbir dike û komek pêşniyaran pêşkêşî hikûmetan dike."
Îraq bûye korîdora transît
Li gorî Raporê, par li Îraqê dest bi ser hezaran kîlogram madeyên hişbir de hatiye girtin.
Her wiha amaje bi wê yekê tê kirin ku Îraq bûye "rêçikeke transît da ku madeyên hişbir ên çêkirî (sentetîk) veguhêzin welatên Kendavê."
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand ku mijara madeyên hişbir, bi taybetî Captagon, li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke mezin e.
Dujarric got, "Ez bawer im me dît ku hikûmetên herêmê, bi taybetî hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo têkbirina bazirganiya Captagonê hewlan didin."
Rêya Tirkiyeyê
Her çi qasî pir caran madeyên hişbir ji Îranê digihin Îraqê jî rapor dibêje ku tê bawerkirin bi hezaran hebên Captagona Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê gihiştine Îraqê.
Di raporê de Sibata 2025an wekî mînak hatiye nîşandan ku li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê dest bi ser zêdetirî du milyon heban de hatiye girtin.