TIKRÎT- 17 êrişên hevpeymaniyê

27-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Amerîka û hevpeymanên wê di 48 seatên borî de 29 êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk a anîne.

Li gor daxuyaniyeke hêzên hevbeş ên Amerîkayê, balafirên hevpeymaniyê di herdu rojên borî de 17 caran êrişî navendên DAIŞê li bajarê Tikrîtê kirine.

Herwiha 7 êrişên din jî li çend navçeyên din ên Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk anîne.

Balafirên hevpeymaniyê herwiha 4 êrişên din li dijî DAIŞê li Kobanî û êrişek jî li Reqayê pêk anîne.

Şevtira din, balafirên hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê bombebaranên xwe bo ser navendên DAIŞê li bajarê Tikrîtê dest pê kirin.

Fermandarê Fermandariya Navend a Hêzên Serbazî ya Amerikayê James Terry diyar kir ku armanca wan, herêmên ku rêxistina DAIŞê xwe lê diparêze têk bibin.

Terry wiha domand: “Bi saya wan êrişan hêzên welatên di bin fermandariya Iraqê de li nêzîkî Tikrîtê baştir bikarin tevbigerin û derfetê têkbirina DAIŞê pêk bê.”

Ev nêzîkî mehekê bû ku Artêşa Iraqê û mîlîsên şîe bi piştgiriya Îranê li dijî DAIŞê li Tikrîtê şer dikirin, lê di rojên dawiyê de êrişên wan hatibûn rawestandin.

Hat gotin ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bixwe daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku alîkariyê bide hêzên Iraqê ji bo derxistina bajarê Tikrîtê ji destên DAIŞê.

Lê Amerîka wek merc ku di wê operasyonê de beşdar be, daxwaz kirk u milîsên şîe ji nava wê ji nava wê operasyonê derkevin ûli sînorê Tikrîtê nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst