Fikarên kurdan li ser hikûmeta “teknokrat” a Iraqê

27-03-2016
RÛDAW
Ebadî
Ebadî
A+ A-

 

Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê vê hefteyê hikûmeta nû pêk bîne. Kurd jî dibêjin, eger Ebadî bi serê xwe endamên kurd ên kabîneyê destnîşan bike dê ji Bexdayê vekişin!

Xebat û hewlên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo pêkanîna hikûmeta “teknokrat” didomin. Tê Pêşbînîkirin ku Ebadî vê hefteyê kabîneya nû pêk bîne.

Seroka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî, derheqê vê mijarê de ji Rûdawê re got, eger Ebadî di pêkanîna kabîneya nû de bi serê xwe hinek kesên kurd bike wezîr û bi me re newşêwire wê çaxê em wê kabîneyê qebûl nakin û îhtimal heye em ji siyaseta Iraqê vekişin.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Xesro Goran jî mîna Ala Talebanî axivî û got, Eger Ebadî kesekî bêyî ku haya fraksiyonên kurd jî hebe bike wezîr, em wî wek nûnerê kurd nabînin…

Lê parlamentera Iraqê Huda Secad, li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ji bo me ne girîng e kurd tevlî bibin yan na. Emê dîsa deng bidin kabîneya nû û li benda kurdan jî namînin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst