Bin Ladin Kurdî hat kuştin

27-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Mûsil (Rûdaw)- Çekdarên ser bi girûpa “Siriyekanî Rîmah” ku li nava bajarê Mûsilê çalakiyên leşkerî li dijî rêxistina DAIŞê pêk tînin, çekdarê DAIŞê ê bi navê “Bin Ladin Kurdî” kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji jêderekî ji nava Mûsilê ketine destê Rûdawê, komek çekdarên ser bi  girûpa Siriyekanî Rîmah îro li navçeya Şelalatê ya bajarê Mûsilê, çekdarê DAIŞê Nesredîn Elî Kurdî (Bin Ladin Kurdî) bi demançeya bêdeng kuştin.

Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, çendîn komên çekdarî bi nihênî li dijî DAIŞê çalakiyên leşkerî pêk anîn û heta niha çendîn serkirdeyên wan kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst