Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Çarçoveya Hevahengiyê Namzedê Serokwezîriyê Elî Zeydî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bi awayekî fermî namzedbûna Elî Zeydî ya ji bo posta serokwezîriya Îraqê ragihand.

Çarçoveya Hevahengiyê her wiha pesnê Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî da ku xwe ji namzedbûnê vekişandine.

Li gorî daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê, êvara îro Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan "li Qesra Hikûmetê ya li Bexdayê civîneke girîng kir."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev yek wekî îşaretekê ye ji bo berdewamiya dezgehên dewletê û parastina baregeha desthilata cîbicîkar ku çavkaniya xwe ji vîna gelê Îraqê girtiye.

Pesnê Sûdanî hat dayîn

Li gorî daxuyaniyê di destpêka civînê de, "Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê pesnê karên hikûmetê yên bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî yên 3 sal û nîvên borî da."

Hat tekezkirin ku xebata Sûdanî xebateke niştimanî û berpirsyarane bûye ku bi rûbirûbûna astengiyên aborî, herêmî û navneteweyî re rûbirû maye.

Her wiha hat gotin, "Wan spasiya cîbicîkirina bernameya hikûmetê kir, bi taybetî di warê bipêşketin û vegerandina baweriya welatiyên Îraqê bi pergala siyasî û hilbijartinan."

Amaje pê hat dayîn ku ev yek bi rêya beşdariya berfireh a di hilbijartinên parlamentoyê yên vê dawiyê de bi zelalî derketiye holê.

"Vekişîna Malikî û Sûdanî helwesteke dîrokî ye"

Çarçoveya Hevahengiyê diyar kir ku ew vekişîna Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî bilind dinirxînin û got:

"Ji ber vekişîna wan a ji namzedbûna ji bo posta serokwezîriyê û pêkanîna hikûmeta bê, helwestên dîrokî û berpirsyarane yên Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Mihemed Şiya Sûdanî hatin nirxandin."

Çarçoveya Hevahengiyê di wê baweriyê de ye ku ev gav ducarekirina kelecana wan a ji bo parastina berjewendiyên bilind ên niştimanî ye û derbaskirina xitimiya siyasî hêsan dike.

Her wiha ev gav derfetê dide Çarçoveya Hevahengiyê da ku namzedekî wisa hilbijêre ku mercên daxwazkirî yên ji bo wergirtina postê serokwezîriyê tê de hebin û li gel pêdivî û astengiyên vê qonaxê guncav be.

Name ji Serokkomar re hat şandin

Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî gotûbêjkirina navên namzedan, Elî Zeydî wekî namzedê fraksiyona Çarçoveya Hevahengiyê hat hilbijartin.

Elî Zeydî dê li ser navê fraksiyona herî mezin a Parlamentoyê posta serokwezîriyê wergire û hikûmeta bê pêk bîne.

Li gorî nivîsareke fermî ya ku ji Serokkomarê Îraqê re hatiye şandin, Çarçoveya Hevahengiyê wekî "fraksiyona herî mezin a parlamentoyê",Elî Falih Kazim Zeydî wekî namzedê xwe yê fermî ji bo pêkanîna hikûmeta nû destnîşan kiriye.

Di nivîsarê de ku îmzeya Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Razî Amirî li ser e, daxwaz ji Serokkomar hatiye kirin ku di maweya diyarkirî de rêkarên destûrî ji bo raspartina Zeydî bigire ber xwe ku ev yek jî li gorî madeya 76an a Destûra Îraqê ye.

Elî Zeydî kî ye?

Nav: Elî Falih Kazim Zeydî.

Welatî: Îraqî.

Sala jidayîkbûnê: 1986.

Bawername: Lîsansa beşa yasayê, lîsansa beşa darayî û bankê û mastera beşa darayî û bankê.

Serokê berê yê Desteya Birêvebirinê ya Banka Başûr (Mesref el-Cenûb).

Serokê niha yê Desteya Birêvebirinê ya Şirketa Nîştimanî.

Serokê Desteya Birêvebirinê ya Zanîngeha Şeibê.

Serokê Desteya Birêvebirinê ya Enstîtuya Bijîşkî ya Eştarê.

Endamê Sendîkaya Parêzerên Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst