Berpirsek mezin ji destê DAIŞê çû
Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Bergiriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku, Waliyê Musil ê DAIŞê Îbrahîm Yûnis Hisên Hemdanî di êrişa balafirên hevpeymananiya navdewletî de li rojavayê Musilê hat kuştin. Ji aliyekî din ve çekdarên DAIŞê li Musilê mizgeftek din teqandin.
Jêderekî taybet li bajarê Musilê îro ji Rûdawê re ragihand: “Waliyê Musilê yê rêxistina DAIŞê di êrişa balafirên şer ên hevpeymananiya navdewletî li navçeya Badoş û Bewabe Şam li rojavayê Musilê hat kuştin.”
Li got wî jêderî, Waliyê Musilê yê DAIŞê yê bi navê Îbrahîm Yûnis Hisên Hemdanî dema ku bi otomobîla xwe ji bajarokê Tileferê ber bi rojavayê Musilê diçû, di navbera navçeya Badoş û Bewabe Şam balafiran lê dan û di encamê de ew hate kuştin.
Herwiha Wezareta Bergiriyêtekez kir ku, her yek ji Rezwan Elhemdanî, Şakir Elhemdanî, Ebû Obeyde Tunisî, Hesen Xelîl ê naskirî bi Ebû Talût, Mihemed Hesen Şemmerî, Ebû Elî Xatûn û Ebû Ela El Eferî ku weke waliyê Musilê yê DAIŞê bûn, di êrişên balafirên hevpeymaman de yan jî di êrişên yekîneyên Musilê yên dijberî DAIŞê de hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê îro mizgeftek din li bajarê Musilê teqandin.
Brpirsê ragihandina şaxa 14 ya PDKê li Musilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Îro çekdarên rêxistina DAIŞê mizgevta Bekir Efendî li taxa Bab Eltop li rojavayê bajarê Musilê teqandin.”
Memozînî wiha got: “Teqandina wê mizgeftê bi hêceta wê yekê bûye ku mezar tê de bûye û li gor wan w yek heram e û rê pê nayê dan.”
Mizgefta Bekir Efendî di sala 1207 ê Zayînî de ji aliyê Yûnis kurê Ebduldaîm Mela Hesen Rawî hatiye avakirin.