PDK û YNKê heman tişt ji Bexdayê xwestin

27-05-2018
Rawa Ebdula
Bexda
Bexda
Nîşan Bexda PDK YNK Hikûmet
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Li Bexdayê piştî hilbijartinên Iraqê trafîka hevdîtinan berdewam dike lê hêj jî di navbera aliyên serkeftî de ji bo pêkanîna hikûmeta nû ti rêkeftinek nehatiye kirin. .

 

Kurd dixwazin di vê nêvengê de bihêz derbikevin. Herçend Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi şandên cuda çûne Bexdayê lê herdu aliyan jî heman pêşniyar û daxwaz kirin.

 

PDK û YNKê ji bo pêkanîna kabîneya nû daxwaza çareserkirina pirsgirêka bûdceyê, mûçeyan û Madeya 140 û herwiha petrolê kirin.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Fetih derbarê beşdarbûna Kurdan a hikûmeta nû got: “Nabe bêyî berçavgirtina pêkhateyan hikûmeta nû were pêkanîn. Kurd pêkhateya resen û sereke ya pêkanîna hikûmetê ne. Pirsgirêkên wan bi riya danûstandin û destûrê tên çareserkirin.”

 

Di bersiva daxwazên şanda PDK û YNKê de aliyên Iraqî soz dane ku ji vir şûnde ligel Herêma Kurdistanê rûpeleke nû vebikin.

 

Di vê mijarê de Sekreterê Giştî yê Kombûna Komarî ya Hevpeymaniya Saîrûn Hatem Hetab diyar kir: “Em weke Saîrûn di wê baweriyê de ne, ku êdî rê nadin gendelî û tayfegeriyê. Ew ên bikevin nav çarçoveya tayfegerî û gendeliyê dê ji rewangeha Saîrûn bêpar bimînin. Pêkanîna hikûmeta nû dê li ser bingeha nîştîmanî û paqijiyê be. Êdî li gorî vê yekê kî bibe serokwezîr an jî wezîr.”

 

Ji bo pêkanîna kabîneya nû her diçe guftûgo jî zêdetir dibin. Lê wesa diyar e, ku heta namzedê nû yê serokwezîrtiyê ji aliyê Amerîkayê ve neyê destnîşankirin û Îran jî li ser razîbûna xwe nîşan nede, zehmet e guftûgoyên di navbera aliyên Iraqî de di demeke nêzîk de bigihe encamekê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst