Bexdayê doz li dijî peymanên Herêma Kurdistanê vekir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê doz li dijî peymanên gazê yên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê vekir.
Endamê Lijneya Petrol û Gaza Parlamentoya Îraqê Basim Xirêbawî ji Rûdawê re got: "Ew giliyê ku Wezareta Petrolê ya Îraqê vekiriye li dijî peymanên Herêma Kurdistanê ye û li Dadgeha Bazirganiyê hatiye vekirin. Dozên wisa li ser kompanyayan tên vekirin."
19ê Adarê 2025an li Washingtonê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bihayê 100 milyar dolarî 2 peyman bi kompanyayên Amerîkayê yên bi navên Western Zagros û HKN Energy re hatin îmzekirin.
Peyman li ser bipêşxistina kerta gazê bûn û hefteya borî Wezareta Petrolê du daxuyanî li ser wê peymanê belav kirin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniya herî dawî de got: "Ti astengî û têbîniyên me bi kompanyayên Amerîkayê re nînin lê bêyî me dan û standina wan a bi Herêma Kurdistanê re ne li gorî destûrê ye."
Dadgeha Bazirganiyê ya Îraqê taybet e bi lêkolîna wan giliyan ku pêwendîdar in bi nakokiyên li ser mijarên hilberîn û bazirganiyê.
“Dê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê jî doz bê vekirin”
Basim Xirêbawî di berdewamiyê jî de got, "Niyeta Wezareta Petrolê heye ku li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê jî li ser heman mijarê dozeke li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê veke û ji bo rawestandina peymanan daxwaza fermaneke îdarî bike."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê herî dawî bersiva Wezareta Petrolê ya Îraqê da ragihand ku ew peymana ku îmze kirine peymanên nû nînin û ew kompanya li Herêma Kurdistanê kar dikin.
Çavkaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: "Heta niha agahdarnameyên taybet ên bi vê giliyê ji aliyê Dadgeha Bazirganiyê ya Îraqê ve negihiştiye me."