2 Fermande hatin kuştin – Hêzên zêdetir bişînin!
Enbar (Rûdaw) – Parêzgarê Enbarê daxwaz ji Iraqê kir, bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê hêzên zêdetir bişîne wê parêzgehê.
Parêzgarê Enbarê Suheyb Rawî îro 27ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand: “Pêwsît e bo şerê li dijî çekdarên DAIŞê û kontrolkirina tevahiya axa parêzgeha Enbarê, Hikûmeta Iraqê leşkerên zêdetir bişîne wê parêzgehê.”
Suheyb Rawî herwiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, di şerê li dijî DAIŞê de pitir alîkariya Bexdayê bikin û bi taybet êrişên esmanî yên balafirên xwe li dijî çekdaran û jinavbirina navendên wan zêdetir bikin.
Rawî herwiha di vê daxuyaniyê de got: “Xelkê parêzgeha Enbarê soz dane di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bin heta ku wê parêzgehê bi tevahî û hemû axa Iraqê ji dest çekdarên DAIŞê derxînin.”
Parêzgarê Enbarê da xuyakirin, di êrişa çekdaran de îro Alîakrê Fermandeyê Operasyonên Enbarê û Fermandeyê Firqeya 10 a Artêşa Iraqê hatin kuştin û ji ber wê jî serxweşî li xelk û hêzên Iraqê kir.
Îro 27ê Tebaxê çekdarên DAIŞê çend roket avêtin çeperên hêzên Iraqê li Enbarê û di encam de 2 fermandeyên pilebilind ên Artêşa Iraqê hatin kuştin.
Di êrişê de Fermandeyê Firqeya 10 a Artêşa Iraqê Sefîn Ebdulmecîd ku kurd bû û herwiha Fermandeyê Operasyona Enbarê Ebdurehman Mehdî Ebû Rexîb û 4 ji pasevanên wî li bakurê bajarê Rumadî, navenda îdariya parêzgeha Enbarê hatin kuştin.