Îraqê pêşnûmeyasaya Heşdî Şebiyê vekişand
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê, pêşnûmeyasaya ku armanca wê dayîna statuyeke yasayî ji bo Heşdî Şebiyê bû û gihîştibû qonaxa dengdanê li parlamentoyê, vekişand.
Tê îdiakirin ku ev biryar ji ber gefên muhtemel ên cezayên aborî yên Amerîkayê hatiye dayîn.
“Cezayên Amerîkayê dê Îraqê wêran bikin”
Şêwirmendê Yasayî yê Serokê Parlamentoya Îraqê Îbrahîm Dîlemî ji Rûdawê re ragihand ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî di civîna Çarçoveya Hevahengiyê de hişyariyeke tund daye.
Li gorî Dîlemî, Sûdanî gotiye, "Eger pêşnûme neyê vekişandin, cezayên giran ên Amerîkayê dibe ku Îraqê wêran bikin."
Piştî vê hişyariyê, di nav Çarçoveya Hevahengiyê de biryara vekişandina pêşnûmeyasayê hatiye dayîn.
Dîlemî gefên muhtemel ên cezayên Amerîkayê wekî "gelekî cidî" bi nav kir û got, "Amerîka tenê bi rêyên aborî dikare Îraqê felc bike."
Tevgera Nuceba jî piştrast kir
Endamê Buroya Siyasî yê koma çekdar a Şîe Tevgera Nuceba Mehdî Kaabî jî ji Rûdawê re piştrast kir ku pêşnûme ji aliyê hikûmetê ve hatiye vekişandin.
Kaabî diyar kir ku ev biryar "encama zextên dijwar û berdewam ên Amerîkayê" ye.
Kaabî derbarê paşeroja pêşnûmeyasayê de got, "Hewldanên endamên parlamentoyê dê bidomin lê heta ku lihevkirineke siyasî ya berfireh çênebe, derbaskirina vê pêşnûmeyê zehmet xuya dike."
Kaabî her wiha bertek nîşanî destwerdanên derve da û got, "Divê em biryarên welatê xwe bidin, ne welatên din."
Pêşnûmeyasa û Heşde Şebiyê
Pêşniyaryasaya Heşdî Şebiyê ji 18 madeyan pêk tê.
Encûmena Wezîran a Îraqê 25ê Sibata 2025an ew pejirand û Parlamentoya Îraqê xwendina yekem û duyem jê re kiriye û tenê dengdana wê maye.
Di pêşniyaryasayê de, Heşdî Şebî wekî beşek ji hêzên çekdar ên Îraqê hatiye pênasekirin û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve hatiye girêdan.
Serokê saziyê xwedî desthilata herî bilind e û ji siyaseta karê saziyê berpirsyar e û çavdêriya çalakiyên wê dike.
Heşdî Şebî, piştî derketina rêxistina DAIŞê di sala 2014an de bi fetwaya Rêberê Şîeyên Îraqê Elî Sîstanî ve hat avakirin.
Budceya Heşdî Şebî ya sala 2024an 4 trilyon û 500 milyar dînar bû. Li gorî yasaya budceyê, hejmara endamên Heşdî Şebiyê 238 hezar û 75 kes e.