Ebadî bo kurdan: Ma hûn şer dixwazin?

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî ragihand, ku ew encamên referandûmê nas nakin û got: “Ez ji serokên kurdan re dibêjim bila ji mere bêjin ka wan şer divê yan ne?”


Parlamentoya Iraqê îro Çarşemê (27-09-2017) bi amadebûna Serokwezîr Heyder Ebadî û hejmareke wezîrên din li ser mijara referandûma Başûrê Kurdistanê civiya.


Ji ber boykotkirina partiyên kurdî, 184 parlamenter di rûniştinê de made bûn.


Heyder Ebadî di rûniştinê de gotarek pêşkeş kir û got, ku rojeva serke ya hikûmeta Iraqê şerê li dijî DAIŞê û vegera koçberan e.


Ebadî li ser referandûma serxebûna Başûrê Krudistanê jî got: “Em rê nadin destûr were binpêkirin. Pêwîste biryara referadnûmê were hilweşandin û li gorî destûrê tevbigerin. Ji ber ku em bi ti awayî li ser referandûmê guftûgo nakin.”

 

Ebadî gef li serokatiya Kurdistanê xwar û wiha axivî:

 

“Ji serkirdeyên kurd re dibêjim, ma hûn şer dixwazin yan ne_ Emê hemû mafên xwe yên destûrî bikar bînin û rê nedin welat were parçekirin.”

 

Serokwezîrê Iraqê diyar kir, ku eger Herêma Kurdistanê firokexaneyan radestê Bexdayê nekin, dê ji roja Înê ve ti firokeyek geşta Hewlêr û Silêmaniyê neke.

 

Ebadî got: “Me pêngavên xwe yên ji bo radestkirina deriyên sînor li gel Îran, Sûriye û Tirkiyê dest pê kiriye. Herwiha emê destûrê li hemû Herêmên piştî 2003ê û 2014ê bi hatina DAIŞê re ketine destê Herêma Kurdistanê, cîbicî bikin.”

 

Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de komîsyona darayî proseyek derbarê binpêkirinên darayî yên Herêma Kurdistanê de pêşkeşê parlamentoyê kiriye.

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hûmam Hemûdî serokatiya rûniştina îro dike. Hemûdî got, ku divê her meh serokwezîr were parlamentoyê û derbarê karên hikûmetê yên derbarê ewlekariya Iraqê de agahiyan bide parlamentoyê.