Nûrî Malikî û Berhem Salih li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Nûrî Malikî û Berhem Salih li ser posta serokomariya Iraqê gotûbêj kirin. Malikî dibêje, divê Kurd ji bo posta serokomariyê li ser berbijêrekî li hev bikin.

 

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî, piştî ku şeva borî li gel berbijêrê serokomarî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Hisên kom bû, pêşwazî li şandeke Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir, ku serokatiya wê şandê Berhem Salih dikir.

 

Ofîsa Nûrî Malikî di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û têde hat ragihandin, ku di wê guftûgoya dualî de behsa pirsên niştimanî hat kirin, ku yekalîkirina posta serokomariyê û pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, mijarên herî diyar bûn.

 

Nûrî Malikî tekez kir, ku divê Kurd xwediyê helwesteke hevpar bin û ji bo posta serokomariyê li ser berbijêrekî li hev bikin û herwisa pabendî çarçove û demên destûrî bin.

 

Li gorî heman daxuyaniyê, Malikî amaje bi wê yekê kiriye ku divê di pêkanîna hikumetê de divê lez were kirin, û ji bo pêşxistina xizmetguzariyan, avedankirina tevahiya parêzgehan û bersivdana daxwazên gel, hemû alî mil bidin milên hevdu.

 

Her di heman rojê de, Nûrî Malikî li gel berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fuad Husên jî civiyabû.


Nûrî Malikî piştî kombûna xwe ya li gel Dr. Fuad Hisên diyar kiribû, ku ew ji bo berbijêrê PDKê serkevtinê dixwaze û ew bawer dike, ku ji bo çareseriya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê alîkariyeke baş bike.

 

Herwiha Malikî gotibû, “Kesê ku Barzanî piştgiriya wî bike dê serokomarekî bihêz be.”

 

Herdu şandeyên PDK û YNKê ji bo ku berbijerên wan ên serokomariya Iraqê serkevtî bibin, li gel aliyên siyasî yên Iraqê guftûgoyan dikin. Berbijêrê PDKê Dr. Fuad Hisên e, berbijerê YNKê jî Dr. Berhem Salih e.

 

Her têkildarî diyarkirina kesekî bo posta serokomariya Iraqê, di civîna Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku diyarkirina serokomarê Iraqê divê li ser bingehên merceîyetê be.

 

Şeva bihorî Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê li ofîsa Serokê Bizava Hikme ya Niştimanî, Emmar Hekîm civîna xwe li dar xistibû.

 

Herwiha Serokê Fraksiyona Saîrûn di parlamentoya Iraqê de, Hesen Aqûlî jî di civîneke rojnamevanî de rahigand, ku Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Çaksaziyê bi amadebûna aliyên di nav hevpeymaniyê de kom bûye û hinek pirsên siyasî gotûbêj kiriye, û ji wan diyarkirina serokomar divê li gorî bingehên merceîyetê û aliyan be.

 

Aqûlî anî ziman ku di kombûnê de çend biryarên girîng hatine dan û di çarçoveya hêvî û daxwazên xelkê Iraqê de tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz hate kirin.