Li Îraqê 349 partiyên siyasî hene, 56 ji wan beşdarî hilbijartinan dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê 349 partiyên siyasî hatine tomarkirin le tenê 56 ji wan beşdarî hilbijartinan dibin.
Birêvebirê Giştî yê Fermangeha Partiyên Siyasî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dr. Heman Tehsîn ji Rûdawê re ragihand ku li fermangeha wan 349 partiyên siyasî hatine tomarkirin û mafê wan ê beşdariya siyasî li Îraqê heye.
Li gorî amarên komîsyonê, tenê 56 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dibin.
Dr. Heyman Tehsîn got, "Beşek ji wan partiyên siyasî bi xwe beşdar nabin, her wiha ji ber rêkarên Komîsyona Hilbijartinê rê nayê dayîn ku zêdetirî 60 partiyan jî beşdar bibin."
Dr. Heyman Tehsîn got ku Goran yek ji wan partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye ku ji ber nelidarxistina kongreyê, rê nayê dayîn ku beşdarî hilbijartinê bibe.
Wî her wiha da zanîn ku sê partiyên din jî bi tohmeta nêzîkbûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine girtin.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya paşîn 2025an tên lidarxistin.
Parlamentoya Îraqê ji 329 kursiyan pêk tê ku 320 kursî giştî ne û 9 kursî jî kota ne.
Li gorî amarên Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê, 31 hevpeymanî, 38 partî û 75 namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinê dibin.