Malikî bersiv da Trump: Zimanê gefan û ferzkirinê nabe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku li dijî namzediya wî ya ji bo serokwezîriyê derketibû.
Malikî destwerdana Amerîkayê red kir û got, "Di pêwendiyên navbera dewletan de zimanê gefan nabe, rêya çareseriyê diyalog e."
Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan Nûrî Malikî ji bo serokwezîriyê namzed nîşan da.
Piştî vê yekê Donald Trump hişyarî da ku eger Malikî were hilbijartin "kaos dê vegere" û Amerîka dê hemû alîkariyên xwe qut bike.
"Em dê destûrê nedin destwerdanê"
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî diyar kir ku ew li dijî "destwerdana eşkere" ya Amerîkayê ya di karûbarên navxwe yên Îraqê de ne û anî zimên ku ew dê destûrê nedin Washington midaxeleyî biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo diyarkirina namzedê serokwezîriyê bike.
Malikî daxuyaniyên Trump wekî "binpêkirina serweriya Îraqê û êrişa li ser biryara Çarçoveya Hevahengiyê" bi nav kir û got:
"Di pêwendiyên navbera dewletan de zimanê gef û ferzkirinê nabe, tekane vebijêrka siyasî mantiqa diyalogê ye."
"Ez dê xebatên xwe bidomînim"
Nûrî Malikî tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi biryarên Çarçoveya Hevahengiyê kir û wiha pê de çû:
"Ji ber rêza min a ji bo îradeya niştimanî û biryara Çarçoveya Hevahengiyê, ez dê heta gihiştina encamekê ku berjewendiyên bilind ên gelê Îraqê garantî bike, xebatên xwe bidomînim."
Trump çi gotibû?
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî daxuyaniyek dabû û nîgeraniya xwe ya li ser namzediya Malikî anîbû ziman.
Trump gotibû, "Ez dibihîzim ku neteweya mezin a Îraqê, bi ducare anîna Nûrî Malikî ya wekî Serokwezîr, dibe ku hilbijartineke gelekî xirab bike."
Serokê Amerîkayê serdema berê ya desthilata Malikî bi bîr anîbû û gotibû:
"Dema dawî ya ku Malikî li ser desthilatê bû, welat kete nav xizanî û kaoseke tam. Nabe ku destûr were dayîn ev yek ducare bibe."
Donald Trump her wiha gefa birîna alîkariyan xwaribû û wiha axivîbû:
"Ji ber polîtîka û îdeolojiyên wî yên dînane, eger were hilbijartin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê êdî alîkariyê nede Îraqê.
Eger em ne li wir bin ku alîkariyê bikin, şansê Îraqê yê serkeftin, bipêşketin û azadiyê namîne."