Li Îraqê baregehên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Baregehên Heşdî Şebiyê yên li herêma Curf el-Sexrê ya li bakurê parêzgeha Babîlê hatin bombebarankirin.
Hêj nayê zanîn bê kê êrişî baregehên Heşdî Şebiyê yên li Curf el-Sexrê kiriye, Amerîka yan Îsraîl.
Li aliyê din, malperên nêzîkî "Berxwedana Îraqê" didin zanîn ku di encama bombebaranê de 2 kes hatine kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniya xwe ya îro Şemiyê de ragihand:
"Herêma Curf el-Nesr (Sexr) a li bakurê parêzgeha Babîlê, demjimêr 11:30î rastî çend êrişên asmanî hat û di encamê de 2 kes şehîd ketin û 3 kes jî birîndar bûn."
Netanyahu: Me dest bi operasyonê kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro ragihand ku Îsraîl û Amerîkayê ji bo "rakirina gefa li ser hebûnê" li dijî Îranê operasyonek daye destpêkirin û bangî Îraniyan kir ku li hemberî hikûmeta xwe rabin.