ÎRAQ - Li Babîlê baregehên Heşdî Şebiyê dîsa hatin bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îraqê ragihand ku 2 êrişên din ên asmanî li parêzgeha Babilê hatine kirin ku komên milîs ên nêzîkî Îranê lê ne.
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Îraqê eşkere kir ku herêma Curf el-Sexrê ya li bakurê parêzgeha Babilê careke din bûye armanca êrişeke asmanî.
Ev di demeke kurt de bûyera ewlehiyê ya duyem a ji heman cureyê ye.
Medyaya Ewlehiyê ya girêdayî fermandariyê îro daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya armanckirina duyem de, herêma Curf el-Nesrê ya li bakurê parêzgeha Babilê îşev saet 19:25an cara duyem rastî êrişa asmanî hat."
Her wiha hat diyarkirin ku "aliyên rayedar ji bo standina tedbîrên pêwîst rewşê ji nêz ve dişopînin."
Nirxandina rewşê didome
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Yekîneyên pêwendîdar pêşhatên li qadê dişopînin.
Tê payîn ku di saetên pêş de encamên şopandina ewlehiyê derkevin û nirxandina rewşê didome."
Îro nîvro jî baregehên Heşdî Şebiyê yên li herêma Curf el-Sexrê ya li bakurê Babilê hatibûn bombebarankirin.
2 milîs hatin kuştin
Fermandariya Operasyonên Hevpar piştî bombebarana yekem daxuyaniyek dabû û ragihandibû:
"Herêma Curf el-Nesrê (Sexr) ya li bakurê parêzgeha Babilê îro serê sibehê saet 11:30î rastî gelek êrişên asmanî hat, di encama êrişan de 2 kes şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn."
Desteya Heşdî Şebiyê jî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku di êrişên asmanî de 2 milîsan hatina kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Desteyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku "Aliyên rayedar ji bo zelalkirina hûrgiliyên bûyerê û tespîtkirina xisarê dest bi kar û barên pêwîst kirine, her wiha şopandina meydanî û ewlehiyê didome."
Ev pêşhat hevdemî wan êrişan çêbûn ku Amerîka û Îsraîlê birin ser Îranê.
Ev êriş bi çend hefteyan piştî ku Washingtonê gefên operasyona leşkerî xwarin û ji bo vê armancê hêzên xwe li Rojhilata Navîn civandin pêk hatin.