400 milyon dolar ji bo awareyên Mûsilê hat diyarkirin

Bexda (Rûdaw) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, ji bo derman û kelûpelên tendirustiya awareyên Mûsilê budceyeke 400 milyon dolarî terxan kir.

 

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di berdewamiya operasyonên aliyê rastê Mûsilê de, ji bo peydakirina pêwîstiyên tendirustiyê yên koçberan, bi serokatiya Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed civînek hate lidarxistin.”

 

Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku dê kampeke nû ava bikin û dibêje:

 

“Biryar hate dayîn ku kampên Neynowayê werin mezinkirin. Ji bo pêşwaziya awareyên Tileferê jî, biryara   avakirina kampeke nû hat dayîn û budceyek hate diyarkirin. Herwiha ji bo pêwîstiyên tendirustiyê yên awareyên Neynewayê jî, 400 milyon dolar budce hatiye veqetandin.”

 

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmeha 2016ê de hatibû destpêkirin.