Karesata li Bexdayê: Çar keçên malbatekê di şewatê de mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bexda Îraq Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdaya paytexta Îraqê di malekê de şewat derket û di encamê de çar keçên malbatekê mirin.

Birêvebiriya Polîsê Bexdayê ragihand ku sedema şewatê elektrîk e bûye.

Birêvebirê Ragihandin û Peywendiyan ê Polîsê Resafeyê Elî Husên, ji Rûdawê re got:

"Êvara roja înê li maleke li devera Kampa Sarayê ya li aliyê Resafeyê ya Bexdayê şewat derket. Di encamê de çar keçên malbatekê mirin."

Li gorî gotina Elî Husên, 3 keç li cihê bûyerê û ya din jî li nexweşxaneyê miriye.

Birêvebirê Polîsê Resafeyê amaje bi wê yekê kir ku tîmên wan dest bi lêpirsînê kirine.

Li gorî zanyariyên ewil, elektrîk bûye sedema şewatê û agir bi lez belav bûye lewma keçan nekarî ye xwe rizgar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst