Amerîka û Îraqê komîteyeke bilind a hevbeş ava kir
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand ku di çarçoveya hevkariya stratejîk a navbera Îraq û Amerîkayê de, her du welatan biryar da ku komîteyeke bilind a hevbeş a koordînasyonê ava bikin.
Ev biryar piştî salên dûr û dirêj ên hevkariya siyasî, aborî û ewlehiyê tê.
Di wê heyamê de hewldanên hevbeş ên ji bo têkbirina DAIŞê gihîştin asta herî jor.
"Rêgirî li êrişên terorîstî"
26ê Adara 2026an, civîna yekem a vê komîteya bilind hat lidarxistin.
Di civînê de her du aliyên Îraqî û Amerîkî biryar da ku hevkariyên xwe yên ji bo rêgirtina li êrişên terorîstî xurttir bikin.
Her du aliyan piştrast kir ku nabe axa Îraqê wekî xala destpêkê ji bo ti cure destdirêjiyên li dijî gelê Îraqê, hêzên ewlehiyê û saziyên stratejîk ên welêt bê bikaranîn.
"Em Îraqê ji şerê herêmê dûr dixin"
Di daxuyaniya hevbeş de hat tekezkirin ku dê rê li ber her cure êrişên li ser karmendên Amerîkayê, şandeyên dîplomatîk û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li ser axa Îraqê bê girtin.
Ev biryar wekî tedbîreke pêşwext a ji bo rêgirtina li alozî û bêîstîkrariyê tê dîtin.
Her du welatan pêbendbûna xwe dubare kir ku Îraqê li derveyî bazneya nakokiyên leşkerî yên li herêmê bihêlin.
Parastina serweriya Îraqê
Wan destnîşan kir ku divê rêz li serweriya tam a Îraqê bê girtin.
Her wiha ew piştgiriya Bexdayê dikin da ku ax, asman û sînorên wê yên deryayî ji bo gefxwarina li welatên cîran û herêmê neyên bikaranîn.
Bexda û Washingtonê tekezî li ser nûkirina pêbendbûna xwe ya ji bo hevahengiya di hewldanên rûbirûbûna terorê de kir.
Ev hevahengî dê bi wî şertî be ku kar bi awayekî bin ku pêşîneyê bidin pêngavên Îraqê bi xwe.
Armanc ew e ku bi vî awayî aramî û serweriya dewletê bê parastin.