Îraq: Li Mûsilê di bombebaranê de efserek û polîsek mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Mûsil Êriş Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li bajarê Mûsilê 2 endamên hêzên polîsan hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, xaleke "Fuca 1ê ya Hawarçûnê ya Polîsan" a li nêzîkî "Pira Sêyem" a li beşa rastê ya bajarê Mûsilê hatiye hedefgirtin.

Wezaretê ragihand ku ev êriş "ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.”

Nasnameyên wan hatin eşkere kirin

Wezareta Karên Navxwe nasnameyên efser û polîsê ku di êrişê de canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Kesên ku hatine kuştin ev in: " Omer Mehmûd, Fermandarê Fuca 1ê ya Hawarçûnê ya Polîsan û Rafi Ebdulah, karmendê li Bingeha Polîsan a Mûsila Nû."

‘Bombebarana duyem di dema hawarçûnê de bû’

Di heman bûyerê de, 5 karmendên din ên polîsan birîndar bûn.

Wezareta Karên Navxwe amaje bi wê yekê kir ku "bombebarana duyem di wê demê de çêbûye ku wan karmendan erkên xwe yên mirovî ji bo rizgarkirina hevalên xwe yên birîndar ên li cihê bombebarana ewil bi cih dianîn."

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniya wê de êriş şermezar kir.

Wezaretê ragihand ku ev êriş di demekê de hatiye kirin ku wan efser û polîsan li dilê bajarê Mûsilê parastina asayîşa welatiyan dikir.

Wezareta Karên Navxwe tekez kir ku "xwîna van şehîdan dê ji bo hemû polîsan bibe meşaleyek da ku li ser erkên xwe berdewam bin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst