Hemîd Şetrî û Ehmed Şer civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îstixbarata Îraqê Hemîd Şetrî çû Sûriyeyê û bi Serokkomarê Îraqê Ehmed Şer re civiya.

Di civînê de Şetrî peyameke Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li ser pêwendiyên dualî û derbaskirina astengiyên hevpar gihand Ehmed Şer.

Mijarên sereke: Ewlehiya sînor û têkoşîna li dijî terorê

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser çend mijarên girîng gotûbêj hatin kirin.

Mijarên sereke yên civînê ewlehiya sînor, têkoşîna li dijî terorê û rewşa xelkê Îraqî yê li Sûriyeyê bûn.

Medyaya fermî ya Îraqê jî amaje pê kir ku her du aliyan li hev kiriye ku ji bo ewlehî û aramiya herêmê hevkariya xwe ya ewlehiyê zêdetir bikin.

Hat zanîn ku aHemîd Şetrî avahiya balyozxaneya welatê xwe ya li Şamê jî ziyaret kir.