Di bangeşeya hilbijartinan de zêdetirî 1100 binpêkirinan hatine kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Metroyê ragihand ku di 3 hefteyên bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de zêdetirî 1100 binpêkirin li parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn werin kirin.

Birêvebirê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ku di heman demê de endamê Tora Şemsê ya Çavdêriya Hilbijartinan e ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Torê nêzîkî 1110 binpêkirin di dema bangeşeyê de tomar kirine.

Binpêkirin li gorî rêje û metirsiyê li ser 3 astan hatine dabeşkirin.

Asta yekem wan parêzgehan li xwe digire ku rêjeya binpêkirinan ji sedî 100 zêdetir bûye, ew jî Silêmanî, Hewlêr, Bexda û Besra ne.

Asta duyem parêzgehên Enbar, Zîqar, Selahedîn, Diyale, Kut û Meysan in ku rêjeya binpêkirinan di navbera ji sedî 50 û 100 de bûye.

Asta sêyem jî ew e ku rêjeya binpêkirinan ji sedî 50 kêmtir e û tenê parêzgeheke Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Îraqê li xwe digire."

"Bikaranîna milkê dewletê binpêkirina herî berbelav e"

Rehman Xerîb diyar kir ku yek ji binpêkirinên herî berbelav bikaranîna milkê dewletê ya ji bo bangeşeya hilbijartinan e ku ev diyarde di her hilbijartinan de dubare dibe lê îsal bi awayekî berbiçav li wan çar parêzgehan hatiye tomarkirin û anî ziman:

"Cureyên din ên binpêkirinan zererdayîna posterên namzedan, gotara tund a medyayê, zexta namzedan û kirîna dengan a ji aliyê hinek alî û namzedan ve bûne."

Xerîb tekez kir ku "hejmar û cureyên binpêkirinên îsal cihê dilgiraniyê ne, bi taybetî bikaranîna pereyên dewletê ji bo kirîna dengan ku binpêkirinên metirsîdar in û bandorê li ser pêvajoya hilbijartinan dikin".

"Lihevhatina PDK û YNKyê gotara tund sînordar kiriye"

Rehman Xerîb destnîşan kir ku gotara tund a li parêzgehên Herêma Kurdistanê ji ber lihevhatina di navbera her du partiyên sereke, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de sînordar bûye lê da zanîn:

"Parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê hîn jî di lîsteya binpêkirinên asta yekem de ne û rêjeya binpêkirinan ji sedî 100 zêdetir e ku ev yek pêwîstî bi lêkolîneke cidî heye."