Namzedekî serokwezîriyê: Ez dixwazim Nêçîrvan Barzanî bibe serokkomar
Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî ku yek ji namzedên posta serokwezîriya Îraqê ye, ragihand ku eger ew bibe serokwezîr, dixwaze Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bibe serokkomarê Îraqê.
Esed Îdanî di hevpeyvîneke xwe ya televîzyonî de ji Kanala Dîcleyê re, li ser pirsa "Eger tu bibî serokwezîrê Îraqê, tu kîjan kesayetiyan ji bo postên serokkomar û serokê parlamentoyê guncav dibînî?" got:
"Eger ez bibim serokwezîrê Îraqê, ez dixwazim Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bibe serokkomarê Îraqê û Mihemed Helbûsî jî bibe serokê parlamentoyê."
"Pêwendiyên min ên bi serkirdeyên Kurd re gelekî baş in"
Îdanî tekezî li ser pêwendiyên xwe yên "baş" ên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re kir û amaje pê kir:
"Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, hevalê min e.
Pêwendiyên min bi her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re, gelekî baş in.
Bafil Talebanî hevalê min e, her wiha birayê min Nêçîrvan Barzanî hevalê min e û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hevalê min e."
Esed Ebdûlemîr Ebdûlxefar Îdanî niha Parêzgarê Besrayê ye û namzedê hejmar 1 ê "Hevpeymaniya Tesmîm" e li parêzgeha Besrayê.
Ev hevpeymaniya xwecihî ya taybet bi parêzgeha Besrayê ye û bi 50 namzedan beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dibe.
Hevpeymaniya Tesmîm di Parlamentoya Îraqê de xwedî 7 kursiyan e.
Di hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan ên Îraqê yên sala 2023yan de, vê hevpeymaniyê li parêzgeha Besrayê ji 23 kursiyên encûmenê 12 kursî bi dest xistin ku yek ji wan kursiyan para kotaya Xiristiyanan bû.