Bavê xwe bi şaşî kuştibû: Piştî hefteyekê xwe jî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê parêzgeha Diyaleyê ya Îraqê ragihand ku kurê birêvebirê berê yê Çavkaniyên Avê yê Diyaleyê, hefteyekê piştî kuştina bavê xwe, dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê Polîsê Parêzgeha Diyaleyê Heysem Selman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Baqir Haşim Zeyniyê kurê birêvebirê berê yê Çavkaniyên Avê yê Diyaleyê, li mala bapîrê xwe xwe xeniqand."

Berdevkê Polîsê Diyaleyê diyar kir ku xwekuştina wî ciwanî piştî wê yekê tê ku çend roj berê bi şaşî guleyek li bavê xwe xistibû.

Di encama wê bûyerê de Haşim Zeyniyê Birêvebirê Berê yê Çavkaniyên Avê yê Şarebanê miribû.

"Nexweşiya wî hebû"

Li gorî gotina Berdevkê Polîsê Diyaleyê, ew ciwan 18 salî bûye.

Hat diyarkirin ku nexweşiya wî ya derûnî hebûye û di heman demê de bi nexweşiya penceşêrê ketibû.

Birêvebirê Berê yê Çavkaniyên Avê yê Şarebanê Haşim Zeynî 21ê mehê ji aliyê kurê xwe ve bi demançeyê hatibû kuştin.