Mûsil dîsa bê walî ma!

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama êrişa balafirên şer de Waliyê Mûsilê yê DAIŞê, du birayên wî û berpirsê “Xezîneya” DAIŞê hatin kuştin. li bajarokê Tilkêfê yê Mûsilê jî 16 fermandeyên leşkerî yên wê rêxistinê di encama teqîna bombeyekê de hatin kuştin.

Rayedarekî Polîsê Mûsilê ji Rûdawê re got, di encama êrişa balafirên şer de Waliyê Mûsilê yê DAIŞê Nasir Şît Hemdûn, birayên wî yên bi navên Omer û Mecîd he rwiha berpirsê Xezîneya DAIŞê li Mûsilê Ezîz Sultan Axa li nêzîkî Balafirxaneya Mûsilê hatin kuştin.

Jêderekî leşkerî jî ji nav Mûsilê eşkere kir ku li bajarokê Tilkêfê ku dikeve bakurê Mûsilê, bombeyek bermîlî di nav komek çekdarên DAIŞê de teqiyaye û di encamê de 16 fermandeyên leşkerî yên wê rixêstinê hatine kuştin.

Wî jêderî da zanîn, ew cihê ku bombe tê de teqiyaye wek depoya bombeyên DAIŞê tê bikaranîn.

Ev duyemîn waliyê Mûsilê ye ku ji aliyê balafirên şer ve tê kuştin. Waliyekî Mûsilê jî bi tohmeta sîxuriyê ji aliyê rêxistinê ve hatibû kuştin, yek jî bi jehrê hatibû kuştin.