Fuad Husên: Êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî peyameke metirsîdar e
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û ev rûdan wekî "nîşaneyeke metirsîdar" pênase kir.
Fuad Husên li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û êriş şermezar kir.
Husên diyar kir ku armanckirina kesayetên payebilind ên li Îraq û Herêma Kurdistanê encama wê yekê ye ku li hemberî êrişên berê (yên li Kurdistan, Bexda û Besreyê) rêkarên tund nehatine standin.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê got ev xemsarî bûye sedem ku êriş berfirehtir bibin.
Doh, li parêzgeha Dihokê bi dronan êriş hatin kirin. Yek ji dronan li mala Nêçîrvan Barzanî ket lê ti zererên wê çênebûn.
Fuad Husên di berdewamiyê jî de got, "Em daxwaz dikin ku di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevahengî û hevkariyeke cidî were xurtkirin da ku rê li ber van êrişên tirsonek ên li seranserê Îraqê were girtin.
Her wiha divê em bi serkirdeyên siyasî re bixebitin da ku rûbirûyî wan hewldanan bibin ên ku dixwazin welat bikişînin nav şer."
Vê êrişê li asta Kurdistan, Îraq, welatên herêmê û cîhanê nerazîbûneke mezin li pey xwe anî.
Nêçîrvan Barzanî roja şemiyê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku ev êriş ne mijareke şexsî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku ev êriş ji bo hemû Îraqê "pêşhateke metirsîdar e."
Barzanî her wiha bangî hikûmeta federal a Îraqê kir ku bi cidî li ser wan kesan bifikire ku li derveyî qanûnê êrişî saziyên dewletê dikin.