Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê hişyariyeke tund a ewlehiyê belav kir û ragihand ku Îran û komên çekdar ên nêzîkî wê, dixwazin zanîngehên Amerîkî yên li Bexda, Dihok û Silêmaniyê bikin armanc.
Balyozxaneyê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku bi lez Îraqê biterikînin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wisa hate gotin, "Dibe ku Îran û milîsên terorîst ên hevalbendên wê, niyeta wan hebe êrişî zanîngehên Amerîkî yên li Bexda, Dihok û Silêmaiyê û her wiha wan zanîngehên din bikin ku bi Amerîkayê re peywendiya wan heye."
Balyozxaneyê amaje pê kir ku Îranê bi eşkereyî gef li zanîngehên Amerîkî yên li seranserê Rojhilata Navîn xwarine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin, "Îran û milîsên wê êrişên berfireh birine ser welatiyên Amerîkayî û saziyên Îraqî û armancên sivîl ên li Îraq û Herêma Kurdistanê."
Rexne li hikûmeta Îraqê
Amerîkayê di daxuyaniya xwe de rexne li Bexdayê girtin û got:
"Hikûmeta Îraqê rê li ber êrişên terorîstî yên ji nav axa xwe yên li dijî Dewletên Yekbûyî û welatên herêmê negirtiye."
Ji ber vê sedemê Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir û got, "Divê welatiyên Amerîkayê niha Îraqê biterikînin."
Di daxuyaniyê de derbarê serdana navendên dîplomatîk de jî hişyarî hatin dayîn, "Hewl nedin werin Balyozxaneya li Bexdayê yan Konsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê.
Çimkî ji ber mûşek û dronan li asmanê Îraqê metirsiyeke berdewam heye."
Balyozxaneyê tekez kir ku ew dê ji bo derketina welatiyên xwe ya ji Îraqê alîkar bin û zanyariyên derbarê geşta ji bo Urdinê jî nû kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse