Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê komek çekdarên xwe yên biyanî, bi hêceta ku gotine “kurd kafir nînin” komkuj kir.
Çavkaniyekî ji bajarê Mûsilê ji Rûdawê re got, 18 çekdarên DAIŞê ku hemû Pakistanî bûn, ji eniya şer reviyabûn lê 16 ji wan li ser sînorê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin.
Wî çavkaniyê Rûdawê da zanîn, ew çekdar îro li Mûsilê hatin komkujkirin.
Li ser sedema reva wan çekdaran jî wî jêderî got, dema ew tevlî DAIŞê bibûn ji wan re hatibû gotin ku “kurd kafir in û peyayên Îsraîl in” ji ber wê jî qebûl kiribû ku şerê kurdan bikin.
Wî jêderî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, her wiha got, lê dema ew çekdar li devera Kerkûkê li nav gundên kurdan de dibînin mizgeft hene û pêşmergeyên dîl nimêj dikin û dema ji aliyê DAIŞê ve tên şehîdkirin jî Şehadetê tînin, dizanin ku kurd ne kafir in lewma êdî naxwazin şerê kurdan bikin û dixwazin vegerin welatê xwe, tenê 2 ji wan rizgar dibin yên din hemû tên girtin û komkujkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse