Rûniştina yekem a Parlamentoya Îraqê: Parlamenterên Kurd bi Kurdî sond xwar
Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina yekem a serdema 6emîn a Parlamentoya Îraqê dest pê kir. Di rûniştinê de parlamenterên Kurd bi zimanê Kurdî sond xwar.
Îro civîna yekem serdema 6emîn a Parlamentoya Îraqê tê lidarxistin.
Ji 329 parlamenteran 292 parlamenter beşdarî rûniştinê bûn û beşek ji frakisyonên Kurdistanî jî amade bûn.
Parlamenterên Kurd bi Kurdî sond xwar
i rûniştina îro de parlamenterên nû sond xwar. Nûnerên Kurd ên li Bexdayê, sonda xwe ya yasayî bi zimanê Kurdî xwar.
Namzedê PDKyê Şaxewan Ebdula ye
Endamê Parlamentoya Îraqê yê ji Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrwan Duberdanî ji Rûdawê re got:
“Namzedê PDKyê ji bo Alîkarê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdula ye.”
Ew parlamenterê PDKyê dibêje, "Li gorî yasayê divê îro posta serokatiya parlamentoyê were hilbijartin."
Kî namzed e?
Sê kesan xwe ji bo posta Serokê Parlamentoya Îraqê kirine namzed:
Heybet Helbûsî
Salim Îsawî
Amir Ebdulcebar
Beriya dengdana ji bo serokatiya parlamentoyê, Namzedê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî di berjewendiya Heybet Helbûsî (Teqedûm) de vekişiya.
Beriya rûniştinê frakisyonên PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li Parlamentoya Îraqê bi awayekî cuda civiyan da ku dengên xwe yên ji bo postên desteya serokatiya parlamentoyê zelal bikin.
Nakokiya li ser serokatiya parlamentoyê
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Bexdayê Ziyad Îsmaîl, Frakisyona PDKyê li gel Dr. Şaxewan Ebdula û Baregeha Barzanî di civînê de ne, "Da ku xwe zelal bikin bê ma di rûniştina îro de deng bidin kîjan namzedê posta serokê parlamentoyê."
Daner Ebdulxefar li ser hevahengiya li gel Frakisyona YNKyê ya ji bo dengdana bi namzedekî posta serokê parlamentoyê got:
"Heya niha mixabin ti hevahengiyek di navbera me de nîne, lê dibe ku di vê civînê de berçavê me zelaltir bibe, çimkî çêkirina wê hevahengiyê gelekî pêwîst e."