Samerayî vekişiya: Kî dê bibe Serokê Parlamentoya Îraqê?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî ragihand ku ew ji namzediya posta serokatiya parlamentoyê vekişiyaye.

Samerayî diyar kir ku ew dê piştgiriyê bide namzedê Encûmena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan Heybet Halbûsî.

Bi vê yekê re hejmara namzedên ji bo wê postê bû sê kes ku yek ji wan Şîe ye.

Xûla şeşemîn a Parlamentoya Îraqê îro yekem civîna xwe bi serokatiya endamê herî bi temen pêk anî.

Parlamenteran sonda destûrî ya destbikarkirinê xwar û deriyê namzediyê ji bo posta serokê parlamentoyê hat vekirin.

Namzedê Encûmena Siyasî ya Niştimanî Heybet Halbûsî, Salim Îsawî yê ji Hevpeymaniya Serwerî ya Sune û Omer Ebdulcebar ku parlamenterekî Şîe ye, xwe ji bo wê postê berbijêr kirin.

Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî ku şeva borî namzediya xwe ragihandibû, vekişiya.

"Ez ji bo piştgiriya proseya siyasî vedikişim"

Musena Samerayî li nava hola parlamentoyê axivî û got:

"Hevpeymaniya Ezmê xwestiye ku her tim piştgir be û dûrî her nakokiyekê be yan nebe parçeyek ji her aloziyeke siyasî.

Li ser daxwaz û îradeya parlamenterên Sune û aliyên Sune û îradeya Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo piştgiriya Heybet Halbûsî, ez vekişîna xwe radigihînim."

Samerayî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya siyasî vedikişe û hêviya serkeftinê ji Halbûsî re xwest.

Şeva borî Encûmena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan Heybet Halbûsî hilbijartibû.

Musena Samerayî destpêkê bi wê biryarê razî nebûbû û biryar dabû ku xwe namzed bike lê paşê vekişiya.

Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Halbûsî spasiya wê helwesta Musena Samerayî ya vekişînê kir.

Halbûsî got, "Ev nîşaneya dilsoziyê ye ji bo yekkirina nêrîna siyasî ya li nav Encûmena Siyasî."