Heybet Helbûsî bû Serokê Parlamentoya Îraqê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heybet Halbûsî bi piraniya dangan wekî Serokê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin.

Piştî bidawîhatina pêvajoya dengdanê û cudakirina hemû dangan, Halbûsî bû Serokê nû yê Parlamentoya Îraqê. 

Encamên dengdana ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoya Îraqê hatin eşkerekirin.

Li gorî encaman, Heybet Halbûsî bi cudahiyeke mezin bi ser ket.

Encamên dengdanê wiha ne:

Heybet Halbûsî: 208 deng

Salim Îsawî: 66 deng

Amir Ebdulcebar: 9 deng

Dengên betal: 26 deng

Hat ragihandin ku piştî temamkirina vî karî, dê dengdan ji bo hilbijartina alîkarên Serokê Parlamentoyê dest pê bike.

Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî ku şeva borî namzediya xwe ragihandibû, vekişiya.

Samerayî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya pêvajoya siyasî vedikişe û hêviya serkeftinê ji Halbûsî re xwest.

Heybet Halbûsî kî ye?

Heybet Halbûsî sala 1980yî li Enbarê ji dayîk bûye.

Xwediyê bawernameya masterê ya zanistên siyasî ye.

Di xûlên çaremîn û pêncemîn ên Parlamentoya Îraqê de serokê Komîteya Gaz û Petrolê bûye.

Di xûla şeşemîn a parlamentoyê de jî Parlamenterê Fraksiyona Teqedûmê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst