Sedir daxwaz dike Çarçoveya Hevahengiyê bê Malikî beşdarî hikûmetê bibe û Amirî red dike
Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir bi tundî li dijî beşdariya Nûrî Malikî û Hevpeymaniya Dewleta Yasa di hikûmeta nû ya Iraqê de ye û ji ber wê helwesta Sedir, Çarçoveya Hevahengiyê ku Dewleta Yasa jî beşek ji wê hevpeymaniyê ye, di navbera du bijardeyan de maye.
Muqteda Sedir amaje bi civîna xwe ya li gel şandeke Çarçoveya Hevahengiyê dike û dibêje,“Şanda Fetih ku ji Hacî Amirî û Şêx Qeys pêk hatibû, herwiha Hacî Feyyaz ligel wan bû, min ji wan re got beşek ji we weke Fetih û Feyyaz û yên din beşdar bin ligel me di hikûmeta piraniya niştimanî de, ez wê yekê jî dibêjim bi mercê beşdarînekirina Malikî, razî nebûn, wan got an em hemû beşdar dibin, an jî em beşdar nabin.”
Rijdbûna rêberê Tevgera Sedir li ser beşdarînekirina Nûrî Malikî û Hevpeymaniya Dewleta Yasa di desthilatê de, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîe rastî du bijardeyan kiriye.
Bijardeya yekem a Çarçoveya Hevahengiyê, ku bêhtir ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Hevpeymaniya Fetih baskê siyasî yê grûpên Heşda Şeibî pêk hatiye, ji beşdarîkirina di desthilatê de bi bê Nrî Malikî û Dewleta Yasa pêk hatiye.
Bijardeya duyem jî, ji beşdarînekirina di desthilatê de û bûna bi opozsiyonê, pêk hatiye.
Fazil Mewatm Endamê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ragihand, “Eger Çarçoveya Hevahengiyê, bi hev re ligel Fraksiyona Sedir beşdar be ji bo pêşkêşkirina mezintirîn frakisyonê, ew gelekî baş e…. Lê beşdarîkirina Çarçoveya Hevahengiyê bêyî birêz Malikî, weke ku seyid Muqteda Sedir daxwaz dike ew yek nabe, Çarçove heya niha hevgirtî ye, hikûmet jî bi bê Çarçoveya Hevahengiyê û birêz Malikî pêk nayê.”
Derbarê mercên Sedir, Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih di nûtirîn helwesta xwe de raighan, “Rêknekeftin derbarê posta serokwezîrê Iraqê, me ber bi rêyeke girtî ve dibe, beşdarîkirina hemûyan di hikûmeta nû ya Iraqê de û perawêzkirina tenê yek aliyê Şîe di wê hikûmetê de, em napejirînin.”
Hamid Mûsewî, Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih dibêje, “Biryara Çarçoveya Hevahengiyê, bi awayê rêkeftinan di dema bê de girêdayî ye, ew hemû girêdayî awayê destnîşankirina serokwezîr e.”
Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Fetih di goterekê de ku Îna bihorî di merasimekê de li Bexdayê pêşkêş kiribû gotibû, “Divê dawî bi sersextiya aliyên siyasî bê, eger na em digihjin rêyeke girtî û ziyandîtiyê yekem ji wê rêya girtî gelê Iraqê ye.”